April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî bi şanda Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya Graham re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi şanda Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya Graham re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Herêma Kurdistanê li Munchenê bi şanda Kongresa Amerîkayê ya ku ji senatorên Komarî û Demokrat pêk dihat û Senator Lindsey Graham serokatiya wê dikir re, civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê ku beşdarî 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bû, civînên xwe yên bi serok û serkirdeyên welatan re didomîne.

Nêçîrvan Barzanî roja Şemiyê bi şanda Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya Senator Lindsey Graham ku ji senatorên Komarî û Demokrat pêkhatibû re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna ku tê de behsa peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin, şanda Kongresê tekezî li ser wê yekê kir ku dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin.

Her du aliyan bal kişande ser giringiya rol û pêgeha Iraqê di parastina aramiya navçeyê û rûbirûbûna metirsiya DAIŞê de.

Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn jî hatin gotûbêjkirin.

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê

Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya îsal de şerê Rûsya û Ukraynayê, peywendiyên di navbera Rojava û Çînê de, dabînkirina enerjî û ewlehiyê, ewlehiya xorakê, berfirehkirina hevpeymaniya NATOyê, peydakirina çîpan, lêçûnên parastinê, qeyranên keşûhewayê, rêziknameya teknolojiyê û ewlehiya sîber were nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de, roja Înê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki, Cîgira Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Celeste Wallander û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Abdurrahman El Sanî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî her wiha duh Şemiyê jî bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Cîgirê Serokê Komîteya Derve ya Parlamentoya Almanyayê Thomas Erndl û parlamenterên pê re, Wezîrê Derve yê Vatîkanê Gallagher, Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Salim Abdullah Al Jaber Es-Sabah, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.

Konferansa ku îsal cara 59emîn e tê lidarxistin û îro Yekşemê 19ê Sibata 2023an bi dawî bibe, konferans li Otela Bayerischer Hof a Munchenê tê lidarxistin.

Îsal zêdetirî 40 serokên hikûmet û dewletan û nêzî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdarî konferansê bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Polandê Andrzej Duda, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di nav de zêdetirî 40 serokên dewlet û hikûmetan û herwiha nêzîkî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdar dibin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi