March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron tekeziyê li çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin

Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron tekeziyê li çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee civiyan û tevî tekezîkirina li zêdetir pêşvebirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê, çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû, bi taybetî hinardekirina berhemên navxwe bo bazarên Ewropayê.

Êvara Pêncşemê 16ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Koşka Elysee ya li Parîsê, ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên dîrokî û dostanî yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û guherîn û pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Mijareke sereke ya civînê, li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, bi taybetî di warê hemecûrkirina aborî, çavkaniyên dahat û girîngîdana sektora çandiniyê û hinardekirina berhemên navxwe ji bo bazarên derve, bi taybetî bo Ewropayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ji bo berdewamiya piştevaniya wan a li Herêma Kurdistanê, bi taybetî ku rojên dijwar de Fransa her dem piştevaniya gelê Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Macron silav û rêzên xwe yên taybet ji bo Serok Mesûd Barzanî hebûye, amadebûna welatê xwe jî ji bo berdewambûna li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê li hemû waran nîşan daye.

Girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi awayekî bingehîn, li ser bingeha destûrê, parastina asayîş û seqamgîriyaa navçeyê, mijarên din ên gotûbêjê bû.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi