April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî duyemîn karwana alîkariyan li Efrîn û Cindresê belav kir

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî duyemîn karwana alîkariyan li Efrîn û Cindresê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî duyemîn karwana alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir û 620 çadir, 16 hezar betanî û pêdiviyên sereke li şêniyên Efrîn û Cindirêsê hatin belavkirin.

Nûnerê gelê Efrînê Ehmed Hesen ji Rûdawê re got “Ev pêdiviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek pêwîst in, bi taybetî çadir, betanî, xwarin, vexwarin û pêdiviyên zarokan û herwiha derman, ji bo gelê me yê Efrîn, Cidres û gundên derdorê gelekî girîng bû.”

Endamê Meclîsa Gel a Efrînê Dr.Ehmed Yûsif dibêje “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku di nava me de cih girt û weke yekem karwanê alîkariyê gihişte deverên azadkirî yên Sûriyê. Ew bi hemû alîkariyê hatin û bi mirovên ji hemû miletan re rawestiyan. Alîkariya derûnî, tibbî û çi pêwîst bû anîn.”

Karwanê otombîlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ber bi deverên ku herî zêde ziyan dîtine çûne, lê ji ber qerebalixiya xelkê, hêzên asayîşê gule berî esman dan daku bi selametî alîkariyan belav bikin. Ekîban heta danê êvarê belavkirina alîkariyê ji bo mexdûrên Cindirêsê dewam kir.

Nişteciha Cindirêsê Nedwa Husên bi girî ji Rûdawê re got “Erdhej çêbû, xanî bi ser me de rûxiya. Em heta sibehê li ber baranê man. hecî digiriya ti kes nebû ku wî derxe. Kesek me tinebû.”

Biryare di rojên bê de hejmarek din karwanên alîkariyên mirovî û tîmên tenduristiyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bigihin Efrîn û Cindresê û li ser mexdûrên erdhejê bên dabeşkirin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi