March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî serdana herêmên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike

Nêçîrvan Barzanî serdana herêmên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe ji ber erdheja 6ê Sibatê, serdana Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 bi serdanekê diçe Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî dê serdana herêmên erdhejê bike ku di encama erdheja 6ê Sibatê de, zirareke mezin a canî û maddî gihîştiye wan deran.

Her îro Serokê Herêma Kurdistanê serdana Enqereyê dike û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re dicive. Nêçîrvan Barzanî dê paşê vegere Herêma Kurdistanê.

Roja Yekşemê 12ê Sibata 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo nîşandana hevxemiya xwe ji ber erdheja 6ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, serdana Konsulxaneya Tirkiyê ya li bajarê Hewlêrê kir û di tomara taybet a sersaxiyê ya konsulxaneyê de peyameke hevxemiyê nivîsand.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî, di deftera tomarkirina peyaman de, peyameke sersaxiyê tomar kir û “ji bo wê karesata bi êş ku ji encama erdhejeke wêranker ku li deh parêzgehên Tirkiyê û çend bajarên Sûriyê qewimî, li ser navê xwe û Herêma Kurdistanê sersaxî, hevsozî û hevxemiya xwe pêşkêşî gel, hikûmet û serokatiya Tirkiyeyê kir.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku “li Herêma Kurdistanê ligel tevahiya mirovatiyê, bi dil û derûniyekî xemgîn, hizr û dilê me ligel gelê Tirkiyê û malbat û xizmên bi hezaran qurbaniyan e ku tu carî wêneyên wan ên trajîk û dîmenên hilweşîn û wêranbûna bajar û avedaniyên wan ji bîra me naçin û derûnê mirov dihejînin.”

Li gor heman daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan jî kir ku Herêma Kurdistanê çi ji destê wê were, ji bo alîkariyê amade ye.

 00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi