March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dermanan dibe Efrînê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dermanan dibe Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, yekemîn sazî bû ku alîkarî gihande Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê û biryar e sibe alîkariyên pizîşkî yên wê  bigihêjin nexweşxaneya Efrînê.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duyemîn karwanê alîkariyên mirovî şande Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

 Rêveberiya Tendurustiya Hewlêrê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo dermankirina birîndarên erdheja Efrîn û Cindirêsê, bi hemahengiya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wan 3 tîmên doktoran şandine Efrînê.

Karwanê alîkariyan di deriyê Bab El-Selame re derbasî bakurê Rojavayê Sûriyê bû û ji wir derbasî Efrînê bû.

Rewac Hacî berpirsê alîkariyên dezgehê xêrxwaziya barzanî bo Efrîn û Cindirêsê li deriyê Bab El Hewa ji tora medyayî ya Rûdawê re got ku dê rojane barhilgirên wan ên alîkariyê derbasî nava Efrînê bibin, herweha dê geracekê çêkin ku bikarin pêşwaziya welatiyan bikin û  alîkariyan bi ser wan de dabeş bikin

Di karwanê îro yê alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de 600 çadir, 12 hezar betanî û cilûbergên jin û zarokan hebû.

Rewac Hacî got sibe jî ew dê alîkariyên pizîşkî bişînin Efrîn û Cindirêsê.

Bi gotina Rewac Hacî, wan gelek karwanên din yên alîkariyan amade kirine ew dê di rojên bêde bigihînin Efrînê.

Ev di demekê de ye ku Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî red dike li Efrînê dest bi ser alîkariyên wan de hatibe girtin yan pere ji wan hatibe standin.

Musa Ehmed got ku ew berdewam in li ser şandna alîkariyan û hemû hêsankarî ji bo wan hatine kirin.

Ji aliyê din ve Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdulhekîm Misrî li ser şandina alîkariyan spasiya xelkê Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û got, ew ji bo wergirtina hemû alîkariyan amade ne.

Ebdulhekîm Misrî ji Rûrdawê re got, li gorî amarên di destê wan de heta niha 4 hezar û 200 kesan li bakurê rojavayê Sûriyê canê xwe ji dest dane.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi