March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Sûdanî: Em li gel Herêma Kurdistanê derbarê awayê birêvebirina neftê de rêkeftine

Sûdanî: Em li gel Herêma Kurdistanê derbarê awayê birêvebirina neftê de rêkeftine

BasNews – Serokwezîrê Iraqê aşkera kir, li gel Herêma Kurdistanê derbarê awayê birêvebirina dosyaya neft û cuda kirina pareyê pêwîst di yasaya budce de rêkeftine.

Serokwezîrê iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di dema hevpeyvîneke li gel rojnameya Al Şerq Al Awsat a Siûdiyê de ragehand, me nexşerêyek ji bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê daniye ku bi xerc kirina pare bi yasayên berê yên budceyê ve destpê kiriye. Lê em naha rastî biryara Dadgeha Federal hatine, ji ber wê jî me berê xwe da ji bo tevdîrên din wergirin û di çarçoveya yasa û desthilatên me de be.

Herwaha got: ‘’Em di deme pêşkeş kirina yasaya budceyê de ne. Em li gel Herêma Kurdistanê derbarê awayê birêvebirina neft û cuda kirina pare di yasaya budceyê de geheştine rêkeftinê. Piştî biryar li ser budceyê hate dayîn, emê kar li ser derxistina yasaya neft û gazê bikin. Ew jî dê bibe destkeftê herî giring ji dema destûr di sala 2003yê ve hatiye nivîsandin. Ji ber tenê Herêma Kurdistanê li benda yasaya neft û gazê nîne, hemû parêzgehên ku berhemanîna neftê dikin bendewariya wan heye û dixwazin desthilatên xwe bizanin.’’

Sûdanî aşkera kir, ji ber pirsgirêkên taybet ên neftê, wisa hatiye berçav ku tenê neft pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê çareser bike. Ji ber wê jî em ber bi derxistina yasaya neft û gazê ve diçin. Pirsgirêkên din jî di çarçoveya desthilat û tevdîran de di bin kontrolê de ne.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi