شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Ewqaf: Em rê nadin di bin navê ol de hizrên siyasî bên cîhbicîh kirin

Wezîrê Ewqaf: Em rê nadin di bin navê ol de hizrên siyasî bên cîhbicîh kirin

BasNews – Li Wezareta Ewqaf semînerek bi navê ‘’Gotara olî ya di navbera duh û îro de’’ birêve çû û Wezîrê Ewqaf û karûbarên Olî gotarek pêşkeş kir û balkêşa ser wan kesên ku bi rêya olê ve hewl didin felsefe û hizrên xwe yên taybet ên siyasî li ser civakê bisepînin.

Îro 18.12.2022yê di semînera li Wezareta Ewqaf de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq ragehand: ‘’Ol gelek ji wê mezintire ku hin kes tên û xwe dikin wek bilêvkirina rastiyên olî û hewl didin hin tişta li ser civakê ferz dikin û bi navê parastina çanda malbat û çanda kurdî. Lê di rastiyê de çanda kurdî, ol û malbat xwediyên xwe hene û xwediyên wê Yekitiya Zanayan û Zanayên mezin, hikûmet û em hemû xwediyên wê ne.’’

Piştîwan Sadiq got: ‘’Eger kesek wisa dizane ku mijarek pêwendiya wê bi têkdana malbat û civakê ve heye, wê demê pêwîste bi rêya xwe bixwe û partiya xwe ve berê xwe nedin hizra belav kirina tundiyê, di cîha wê de bila li gel Yekitiya Zanayan rûnên ku ew amadene berevaniyê li çanda îslamê û civakê û malbatê jî bikin.’’

Herwaha diyar kir, Wezareta Ewqaf bixwe xwe wek parêzerê îslam û pêkvejiyanê dizane. Lê ger hin kes bi navê olê bixwazin hizra xwe ya taybet li ser xelkê bisepînin, ku xwedê girawî dixwazin pêkhateya malbat û civakê rast bikin, lê berevajî wê pêkhateya malbat û pêkvejiyana civakê têk didin û ji ber wê jî pêwîste rê li wan bê girtin. Ji ber civaka kurdî civakekî xwedî çande û bi salane ji aliyê niştimanî û exlaqî û çandî ve parastina wê çanda xwe ya xweşik kiriye.

Wezîrê Ewqaf got: ‘’Em wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrastî didin hemû aliyekî ku rê ji wan kesan re nadin di bin navê ola îslamê de bên û xwe bikin parêzvanê ola îslamê, lê bin ve jî armancên xwe yên taybet ên îslama siyasî cîhbicîh dikin. Ji ber wê jî pêwîste eger kêmasî û ji rêderketinek jî hebe divê bi rêya yasa û saziyên fermî ve hewla rastkirina wê bê dayîn. Ne ku herkesek bêt û bi rêya hizr û îdeolojiya xwe ve hewl bide civakê ber bi aliyekî ve bibe.’’

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê rê ji PDKê re nehate dayîn bengeşeya Helbijartinan bike

Lalish Duhok

Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê

Lalish Duhok

DAIŞ daxwaza koç kirinê li çekdarên xwe yên Mûsilê dike

Lalish Duhok