March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Partiyên Kurd: Divê civaka navdewletî sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bike

Partiyên Kurd: Divê civaka navdewletî sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bike

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Kurd yên ku di Parlamentoya Iraqê de komên wan hene bang li Îran û Tirkiyê kirin ku “binpêkirinên xwe yên li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê rawestînin”. Herwiha aliyan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bikin.

Parlamentoya Iraqê ku dê sibe demjimêr 11.00an bicive, dê bi mijara “Parastina serweriya Iraqê” civîneke girtî pêk bîne.

Civîna Parlamentoya Iraqê piştî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Partiyên Kurd yên ku komên wan li Parlamentoya Iraqê hene di daxuyaniyeke hevbeş de bal kişandine ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi mûşek, firokeyên şer û dronan hatiye bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Ev ne cara yekê ye ku serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê van welatên cîran ve tê binpêkirin. Em bang li Îran û Tirkiyeyê dikin ku dest ji van binpêkirinan berdin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê parlamento di rûniştina 22ê Mijdarê de helwesteke cidî nîşan bide, bang li civaka navdewletî kirin ku sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bikin û bang li Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku “li hemberî êrîşên Îran û Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin.”

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi