April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî: Barê giran li ser milê rewşenbîran e

Serok Barzanî: Barê giran li ser milê rewşenbîran e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya beşdariya di Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê de ragihand, niha awayê şerê li dijî gelê Kurd hatiye guhartin, ji bo rûbirûbûna wî şerî jî, barê giran li ser milê nivîskar û rewşenbîran e.

Di salvegera pêncemîn a referanduma serxwebûna Kurdistanê de, îro 25ê Îlona 2022an de, bi amadebûna Serok Barzanî, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê dest bi karên xwe kir û Serok Barzanî gotarek tê de pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de got, Dîroka gelê me tejiye ji serbilindî û serfiraziyê, di heman demê de dîrokekî tejî li êş û azaran. Berî naha ew şêr li gel gelê me dihate kirin aşkera bû, balefir, tank û top û artêş dişandin ser Kurdistanê. Pêşmergeyên qehreman bi piştevaniya gelê me yê berxwedêr ve serkeftinên mezin bidest anîn. Îro ew şer bi awayekî din berdewam dike. Barê giran li ser milê we ye gelê nivîskar û rewşenbîran. Ew dixwazin wê îradeyê bişkînin ku Pêşmerge bi çifteyekî şerê balefirê dikir.  

Herwaha diyar kir: Êrîşa herî metirsîdar ew e ku îro li ser me tê kirin û dixwazin îradeya me bişkînin û çanda me têk bidin û baweriya me ya bi me heyî nehêlin. Dema kurdan baweriya xwe bi xwe nema û xwe li hember xelkê din kêm zanî, ew mirin e. Heman demê de nabe em çanda pêkvejiyan û rêz li hev girtin û yek qebûl kirine ti demekî ji bîr nekin. Ji ber ew yek ji serwet û dewlemendiya herî bi nirx e û gelek nirx ji ber wê jî ji derve ve gelê me re hatiye dayîn. Ne xwe ji kesê mezintir bibinin, ne jî xwe ji kesekî biçûktir bibinin û em ji ti kesê ne kêmtir in.

Serok Barzanî ragehand: Ew êrîş berdewam in û gelek mixabin di navxweyî de jî hin kes rê ji wê re vedikin. Ji ber wê jî çawa Pêşmerge şerê dijminê gelê kurd dikir û naçar kir li hebûna gelê kurd binasin û mukir li mafên gelê Kurd bînin, îro meydana şer di stûyê we de ye. Ez di wê baweriyê de me ku serkeftina mezin hûn dê bidest bixin û planên nehez û dijminan pûç bikin. Ji ber bi rastî gelek nexwaşe ku em dibinin hin kesên xwe rewşenbîr dizanin rê ji dijmin re vedikin, ku ew bên çand, dîrok, xebata Pêşmerge û xwîna şehîdan hemûyê winda bikin û erzan bikin.

Herwaha got: Tîka dikim gelê rewşenbîr û nivîskaran, vê meydanê ji bo xwefiroş û dijmin û nehezan vala nekin.

Derbarê salvegera encamdana referanduma Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî di vê roja pîroz de, tenê dikarim bibêjim, dest û çavê kesên ku xwe neçemandine û xwe naçemînin maç dikin.

Her wiha got: “Miletê me gelek xwîn û qurbanî dane. Şehîdên me û xwîna wan li cem gelekî bi qedr e, nabe em rê bidin dijim û nehezên me dilê xwe bi şikandina îradeya gelê Kurdistanê xweş bikin.”

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi