March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Biden endambûna Swêd û Fînlandê bo NATOyê îmze kir

Biden endambûna Swêd û Fînlandê bo NATOyê îmze kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden metna biryara pêşniyarên Fînland û Swêdê yên ji bo tevlîbûna NATOyê îmze kir.

Biden diyar kir ku her du welatên bakurê Ewropayê dê bibin “hevbendên nû yên bihêz, pêbawer, pir bi şiyan” di hevalbendiya transatlantîk a bi pêşengiya Amerîkayê.

Îmzekirina belgenameyan ji aliyê Biden ve, piştîvaniya temam a Washngtonê bo endambûna Swêd û Finlendayê li NATOyê piştrast dike.

Serokê Amerîka Joe Biden got Em bihevre pabend in, ku her yek ji Amerîka, Finland û Swêd bi xurtî beramberî her gefeke emnî hevbeş radiwestin û bersiva her rûbirûbûnekê didin, û di rûyê her êrîşekê yan gefekê yan her tiştekî de radiswetin ku bê pêşiya me. Ez daxwazê ji hemû hevpeymanan dikim proseya pesendkirina van herdû welatan zû temam bikin.”

Swêd û Finland di Gulanê de daxwaza endambûna xwe li NATOyê pêşkêş kirin, piştî 2 mehan û di 5ê Temûzê de yekem welat ku Kanada bû, daxwaza wan pesend kir, duyem jî Amerîkayê bû di 3ê Tebaxê de heman pêngav avêt, niha 23 welatan endambûna Swêd û Finlandayê li NATOyê pesend nekirine.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê girêka kor a endambûna Swêd û Finlandê bo NATOyê berdewam e.

Tirkiye ji herdû welatan daxwaz dike ku wan razî bikin da ku peywendiyê bi 30 welatên NATOyê re bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje “Parêzgariyê li helwêsta zelal û pêdagirane ya xwe derbarê Swêd û Finlandayê dikin. Heta ew soz neyên cîbicîkirin ku dane welatê me, di danûstandinan de amaje pê dabûn û tomarkirî ne, Tirkiye endamtiya wan herdû welatan piştrast nake.”

Tirsa ji êrîşa Rûsyayê piştî şerê Ukraynayê Swêd Finlanda hejand. Lê ji bo ew mertala 30 welatan li derdora herdû welatan çêbibe, divê daxwaziyên Tirkiye cîbicî bikin.

Yek ji serekîtirînên wan daxwaziyan ku Swêd û Finland dest ji alîkariya wan grûpan berde, ku Tirkiye wan bi terorîst bi nav dike, û hejemareke kes jî radest bikin ku tê gotin endamên PKKê û hêzên nêzîkî vê partiyê ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi