March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Amerîka li Iraqê erkê xwe yê şerkirinê bi dawî dike

Amerîka li Iraqê erkê xwe yê şerkirinê bi dawî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 18 salan ji hebûna serbazên Amerîkayê li Iraqê, îro Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftinekê îmze dikin, ku heta dawiya îsal erkê şerkirinê yê artêşa Amerîkayê li Iraqê, bo rahênana serbazî ya artêşa Iraqê diguhere.

Piştî vekişîna artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo bidawîanîna erkê artêşa Amerîkayê, li Washingtonê ye.

Piştî civîna îro ya Biden û Kazimî, daxuyaniyeke fermî dê were belavkirin û tê de bidawîbûna erkê artêşa Amerîkayê li Iraqê were ragihandin.

Niha 2500 serbazên Amerîkayê li Iraqê hene, ku erkê têkoşîna li dijî DAIŞê li stûyê wan e, erkê artêşa Amerîkayê bo perwerdekirina artêşa Iraqê dê were guhertin.

Di Adara 2003yan de ji ber doza civaka navdewletî, artêşa şerker a Amerîkayê li dijî Sedam Husên û rejîma wî, hate Iraqê, piştî wê jî, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, erkê şerkirina li dijî DAIŞê ji wan re hate dayîn, heta niha jî beşek ji wan serbazan li Iraqê mane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi