شبكة لالش الاعلامية

Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin çê bû. Çavkayên taybet ji Rûdawê re ragihandin ku teqîn li nêzikî avahiya qayimqamiyê çê bûye û Efrîn hejandiye.

Li gor agahiyên destpêkê teqîn bi otomobîlek bombekirî hate pêkanîn û di encamê de hejareke kuştî û birîndar hene.

Medyaya Tirkiyê jî ragihand ku teqîn li Xaçarêya Kawayê bûye û di wê teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 40 kes jî birîndar bûne.

Di teqîna li Xaçarêya Kawayê de hin zirar gihîştiye otomobîlên derdorê û li cihê bûyer.

Heta niha ti aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Çaverê ne PKK ji Şingalê vekişe

Lalish Duhok

Li Şingalê rê ji PDKê re nehate dayîn bengeşeya Helbijartinan bike

Lalish Duhok

Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Lalish Duhok