September 26, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin

Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin

BasNews – Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin. Yekem geşt ji balefirgeha Stenbolê bo Duseldorf a Almanyayê hat kirin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, digel rêgiriyên din, balefirgehên Tirkiyê jî bo geştên navnetewî hatibûn daxistin. Bi destpêkirina proseya asayîkirinê re, dest bi geştên esmanî jî hat kirin.

Tirkiye bi welatên Almanya, Brîtanya û Hollanda re dest bi geştên esmanî dike. Yekem geşt ji balefirgeha Stenbolê bo balefirgeha Duseldorf a Almanyayê îro demjimêr 8.20 de hat encamdan.

Piştre jî firînên ber bi Londra, Amsterdam, Frankfurt û Berlinê tên kirin.

Geştên esmanî yên di navbera bajarên Tirkiyê de 1ê Hezîranê destpê kiribûn.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.