March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî duyemîn civîna xwe girê da û tê de mîkanîzma bo cibicîkirina rênimayên civîna berê hat destnîşankirin û amaje bi wê yekê hat kirin, malpera nû ya hikûmetê wek malpereke yekgirtî ya tevahiya wezareta û fermangehên hikûmetê bi awayekî professiona û pêşketî vekirî ye.

Di civîna îro de biryar hat dayîn, komîta hevbeş di demeke nêzîk de bi Bexdayê re dest bi gufûgoyan bike û ji bo bidestxistina zanyarî û belgenameyên pêwîst, malpera nû ya hikûmetê GOV.KRD bikar bê.

Di civînê de Encûmena Wezîran bi tundî bûyera teroristî ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê şermezar kir û destxweşî li dezgehên Asayişa Herêma Kurdistanê kir, ku di demeke kurt de karîn encamderên bûyerê desteser bikin. Herwiha Encûmena Wezîran hevxemiya bi malbatên qurbaniyan re derbirî.

Her di wê civînê de guftûgo derbarê mîkanîzma bicihkirina rênimayên civîna yekem a Encûmena Wezîran hate kirin û wezîran serinc û têbîniyên xwe diyar kirin. Serokê Encûmena Wezîran jî wezîr raspardin di dam û dezgehên hikûmetê de bi baştirîn awa rêz li welatiyan bê girtin û cudahî di serederiya bi wan re neye kirin. Girêdayî bi wî jî, biryar e wezaret rênimayên taybet derbikin ji bo bicihkirina biryarên Encûmena Wezîran.

Piştre Serokê Encûmena Wezîran ronî xiste ser serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê, ku bi awayekî gelek hûr zanyariyên pêwîst derbarê mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê ji berpirsên bilind ên Hikûmeta Iraqê hatin ronîkirin. Biryar e şanda hevbeş a her du aliyan di nêzîktirîn dem de dest bi guftûgoyan bikin ji bo danîna mîkanîzma çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re mane.

Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê girîngî û bayix bi eliktonîkirina karûbarê hikûmetê hat dayîn wek di karnameya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê de hatiye. Amaje bi wê jî hat dayîn, ku niha malpera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirî ye û biryar e wek malpereke yekgirtî ya tevahiya wezaret û fermangehên hikûmetê bi awayekî professional û pêşketî vekirî ye û biryar e di dahatûyê de bi riya wê malperê re xizmetguzariyên giştî û bidestxistina belgename û zanyariyên pêwîst pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike û bibe pêngavek ber bi eliktonîkirina karên hikûmetê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi