April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Heşda Şeibî: Emê pêşmerge ji Mûsilê derxin

 Heşda Şeibî: Emê pêşmerge ji Mûsilê derxin

Rudaw

Serkirdeyekî milîsên şîe yên Heşda Şeibî gefan li Hêza Pêşmerge dike û dibêje, ew dê hêzên pêşmerge ji sînorê Neynewayê (Mûsil) bikin derê.

 

Fermandeyekî Heşda Şeibî yê bi navê Cewad El-Telybawî di daxuyaniyekê de ragihand, ew weke Heşda Şeibî amade ne, hêzên pêşmerge ji sînorê Mûsilê derxînin.

 

Cewad El-Telyabwî got: “Derxistina Hêza Pêşmerge ji herêman azadkirî yên sînorê Neynewayê girêdayî fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ye û Heşda Şeibî dudil nabe, ku operasyonekê li dijî Pêşmerge pêk bîne, eger ku fermanên Ebadî cîbicî nekin.”

 

El-Telîbawî herwiha dibêje: “Derxistina pêşmerge ji sînorê Neynewayê (Mûsilê) ji bo me, ji derxistina DAIŞê hêsantir e.”

 

Wezareta Pêşmerge bersiva tehdîdên Heşda Şeibî da

 

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember daxuyaniya Fermandeyê Heşda Şeibî Cewad El-Telîbawî bertek nîşan da.

 

Berpirsê Ragihandinê ya Desteya Şerî ya Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em guh didin helwestên fermî ne yên lokalî (xwecihî).”

 

Helgurd Hikmet got: “Eger Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dixwaze arîşeyan çareser bike, me pêştir gotina xwe kiriye, ewên ku arîşeyan çêdikin, ser bi baskê Ebadî nînin.”

 

Hikmet diyar kir: “Em vê daxuyaniya Cewas Eltelbiyawî, weke helwesta fermî ya Heşda Şeibî nizanin, belku (ev daxuyanî) daxuyaniyeke lokalî ye.”

 

Berpirsê Ragihandinê yê Desteya Şerî ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, piştî ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, Heşda Şeibî bû hêzeke yasayî, dibê êdî ji niha û pê ve (Heşda Şeibî), pabendî destûr û bingehên exlaqî û yasayî bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi