April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokwezîrê Tirkiyê bi Ala Kurdistanê pêşwazî li Serok Barzanî kir!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim civiyan. 

Çavkanî : Rudaw

Li gorî zanyariyên Rûdawê, berî çend xûlekan civîna navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li bajarê Enqerê dest pê kir.

Li Koşka Çankaya, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi Ala Kurdistanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat kirin.

Ev cara duyemîn e ku li Tirkiyê di pêşwazîkirina Barzanî de Ala Kurdistanê tê danîn.

Cara yekem di serdema Serokwezîrtiya Ahmet davutoglu de Ala Kurdistanê di merasîma pêşwazîkirina Barzanî de hatibû danîn.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî raginand, piştî civîna li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, kêmek berî niha Serok Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê gihîştin Koşka Çankaya.

Şewket Herkî got, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Peyamnêrê me herwiha got, biryar nîne ku piştî hevdîtinê konfransa rojnamevaniyê birêve biçe.

Civîna bi Yildirim re dawî bernameya îro ya Serok Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê li Tirkiyê ye.

Biryar e Barzanî sibê serdana Parlamentoya Tirkiyê bike.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku her çend heta niha nehatiye piştrastkirin, lê belê renge Barzanî bi şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re jî bicive û li gor pêşbîniyan mijara sereke ya civînê jî dê pêvajoya aştiyê be.

14138347_770463859763226_97173721_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi