August 24, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya destbikarbûna Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li wî û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan daye ku Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Nû yê Herêma Kurdistanê dest bi kar bûye û ragihandiye: “Gelê Kurdistanê û te yê birêz û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hemû hêza xwe piştevanî û hevkariya serkectina karê we û kabîneya nehem a hikûmetê bikim.”

Nêçîrvan Barzanî detsbikarbûna kabîneya nû weke “destkefteke din a berdewambûna proseya geşedan û kûrkirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê” bi nav dike û dibêje, ev yek di encama vîn û xweragirî û hevkariya hevwelatiyan û aliyên Kurdistanî û dost û piştevanên gelê me de bidest hatiye.

Naveroka peyamê bi vî awayî ye:

Kêfxweşim ku îro Parlamentoya Kurdistanê bawerî de we yê birêz weke serokwezîr û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi vê helkevtê bi germî pîrozbahiyê li we dikim.

Ev yek destkefteke din a berdewambûna proseya geşedan û kûrkirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê, di encama îrade û xweragirî, hevkariya hevwelatiyan û aliyên Kurdistanî, dost û piştevanên gelê me de ye.

Hûn hêjayî vê berpirsyariyê û baweriyê ne, piştrastim ku hûn dê hemû hêza xwe û tîma xwe bixin kar jibo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, ezmûna çend salên karkirina me bo parastin û pêşxistina doza gelê me û pêkanîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di gelek qonaxên hesas û dijwar re derbas bûn, hêvî dikim hûn wan zehmetiyan nebînin û hemû şiyanên xwe jibo avedankirin û bêtir pêşkevtina Kurdistanê terxan bikin.

Piştrastim ku hûn dê bi awayekê jêhatî, çalak û bibandor bi ser pirsgirêkan de biserkevin, dê morala tîma xwe li hember astengî û zehmetiyan bilind bikin û encamên baş û dilxwaz bi dest bînin, kes ji we ji erk û cîbicîkirina karê rojane û demdirêj jibo berdewamîdana bi dabînkirina aramî, ewlehî, geşeya aborî, civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê pişguh naxe.

Gelê Kurdistanê û we yê birêz û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikim ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hemû şiyana xwe piştevanî û hevkariya karê we û kabîneya nehem a hikûmetê bikim.

Serkevtina we û cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, serkevtina me hemûyan û serkevtina gel û Herêma Kurdistanê ye.

Li gel rêza min…

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

10-07-2019

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.