September 16, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nûnerê kurdên cihû: Êzdî li ser nasnameya xwe ya netewî hatin cênosaîd kirin

Nûnerê kurdên cihû: Êzdî li ser nasnameya xwe ya netewî hatin cênosaîd kirin

Çavkanî :Basnews

Nûnerê kurdên cihû li wezareta Ewqaf ragehand, kurdên êzdî ji ber dû sedeman hatin jenosoid kirin. yekem ji ber ku kurd bûn û cîhê wan Kurdistan bû, dûyem jî ji ber bawerî û ola wan li gel grubên din cuda bû û ji ber wê jî ew tewane li dijî wan hate pêkanîn.

Nûnerê kurdên cihû li wezaret Ewqaf a herêma Kurdistanê Şêrzad Omer Mamsanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew grub û netewên tu şahristanekî xwe tunebûne, berdewam xwastine li ser şahristanên gelên resen ên herêmê ku kurdin, bi hemû olên wê ve, ji xwere bikin bingeh û ji ber wê jî vê carê kurdên êzdî ji xwe re kirin armanc.’’

Şêrzad Omer got: ‘’Şeş milyon cihû tenê ji ber ku cihû bûn li ser destê naziyan hatin jenosoid kirin, em êş û zihmetiyên êzdiyan baş fêmdikin. Ji ber xwediyê karesata Ferhûdîn li Iraqê û xwediyê jenosoida Holokostîn di cîhanê de ye. Ji ber vê wek cihû bi giştî berdewam em piştîwanê netewên kû zulim lê hatî kirin in. bi taybet jî ên li ser nasnameya netewî têne jenosoid kirin in.’’

Şêrzad Omer ji BasNewsê re got: ‘’Raporta NY(Netewên Yekbûyî) dema wê pir direnge û pêwîstbû hîn zûtir rejîmên diktator ên li rojhilata navîn, çi bi navê ol û çi bi navê netew hikûm dikin kîjan ji wan zalimin û kîjan ji wan jî zulim lê hatiye kirin diyar bikiran.’’

Li gor gotinên nûnerê cihûyan ê wezareta Ewqaf, nabe êdî NY bi navê mafê mirov alîkariya terorîstan, yan jî dewletekî terorîstî bike û piştîwaniyê bide wan.

Nûnerê kurdên cihû yê wezareta Ewqaf a herêma Kurdistanê derbarê karesatên li ser cihûyan hatî de jî got: ‘’Yekem karesata jenosoida netewan di sala 1950 de bi navê El Ferhûd li Iraqê li ser cihûyan hate ceribandin. Dema ku Muftî Emîn Husên(Muftiyê Qudisê) li gel naziyan pêkhat û fetvaya kuştina cihûyan helal kir, ji ber vê dervey wê jî zêdetir ji 115 cihû hatin kuştin û milkên wan jî hatin talan kirin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.