February 22, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî wê ligel Donald Trump bicive

Nêçîrvan Barzanî wê ligel Donald Trump bicive

BasNews

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkere kir wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi vexwendineke fermî beşdarî li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump bicive.

Biryare di rojên 21 heta 24ê vê mehê civîna Davosê bi navnîşana bi navê cîhanekî yekgirtiya geşesendiya berdewam da, tîşk dixe ser pirsên cîhaniyên taybet bi aborî, siyaset, asayîş û aramiyê.

Herwiha di civînê da Nêçîrvan Barzanî li gel Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres û hejmarek ji serkirde, wezîran û berpirsên bilindên welatan bicive. Li kombûnan da pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan li gel civaka navdewletî û siyaset û helwesta Herêmê û veguhertina bîr û ramanên di derbarê pirsên herêmî û cîhaniyan guftûgo dikin.

Her li vê beşdarîkirinê da, Serok Nêçîrvan Barzanî li rûniştineke Davos da bi navnîşana “Rojhilata Navîna Nearam” de dipeyive. Têda encamên demdirêjên alozî û têkdanên berdewamiyên Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniyeke mezina cîhanî û navçeyî têne behs kirin û tîşk dixine ser bandora stratejiya qeyrana niha li ser aştî û aramiya li Kendav, Iraq û Sûriye.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.