February 23, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Qeterê rewşa navçeyê û pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê gotûbêj kirin.

Di yekemîn roja beşdarbûna di civîna grûpa sereke ya Konferansa Asayişê ya Munîxê de ku li Qeterê birêve diçe, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Qeterê Ebdullah bin Nasir bin Xelîfe civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Qeterê, di vê civînê de bûyer û pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Ebdullah bin Nasir bin Xelîfe, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Qeter ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, derfetên kar û weberhênana Qeterê li Herêma Kurdistanê û herwiha hewlên ji bo vekirina Konsulxaneya Qeterê li Herêma Kurdistanê jî gotûbêj kirin.

Di civînê de ku Balyozê Iraqê li Duha û Balyozê Qeterê li Bexdayê jî amade bûn û rewşa Sûriyê û bandor û encamên vê rewşa niha ya li Sûriyê bo ser navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê, herwiha diyar kiriye, piştî civîna li gel Serokwezîrê Qeterê, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman al Sanî jî hevdîtin pêk aniye.

Di vê hevdîtinê de jî herdu aliyan, rewşa emnî û siyasî ya Iraqê û hewlên vekirina konsulxaneya Qeterê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê bi mebesta beşdariya di Konferansa Asayişê ya Munîxê de gihîşte Qeterê.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.