November 15, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina dosyeyên petrol û darayî gihîştin rêkeftineke seretayî

Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina dosyeyên petrol û darayî gihîştin rêkeftineke seretayî

Hewlêr (Rûdaw) Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê îro derbarê pirsgirêkên sereke yên navbera herdu aliyan de civiyan û piştî civînê ragihandin: “Me di rewşeke erênî de pirsgirêjên serekî gotûbêj kirin.” Herdu aliyan îro li hev kirin, ku çend komîteyan ji bo çareserkirina dosyeyên petrol û darayî pêk bînin.

Îro pêncşemî şanda pilebilind a hevbeş a hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya taybet bi çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera herdu aliyan de, bi serpireştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo Karûbarên Enerjiyê, li Hewlêrê civiyan.

Civîn bi armanca dîtina çareseriyeke dadmendane li gor destûrê, jibo pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê hate encamdan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna şanda hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin, di rewşeke erênî de, gotûbêj derbarê doseyeyên serekî de bi taybet pirsa navçeyên nakok û kêşeyên darayî û bûdce, û pirsa petrol û gazê de hat kirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu alî li ser danîna mekanîzmeke pratîkî bo lêkolînkirina hûrgiliyên pirsên hilawîstî, bi rêya pêkanîna çend komîteyên taybetmend ên teknîkî yên ji wezaretên têkildarî û di bin çavdêriya Komîteya Bilind a hevbeş, rêkeftin.

Di civînê de biryar li ser berdewamiya pêwendiyan hat dayîn, bi armanca dîtina çareseriya bingehîn û destûrî bo tevahiya pirsgirêkên hilawîstî, bi şêweyekê ku xizmeta berjewendiya herdu aliyan bike û biryar e, heftiya bihê jî komîteyên teknîkî li Bexdayê bicivin.

Şanda hikûmeta Iraqê ku ji Wezîrê Darayî, Fuad Husên, Wezîrê Petrolê, Samir Xezban, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Falih Feyaz û Rêveberê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Cîhad Elhaşimî pêk hatiye, bi armanca danûstandina li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê, serdana Kurdistanê kiriye.

Pêştir endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê, Îxlas Dilêmî ji Rûdawê re ragihandibû: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijd e li ser çareserkirina pirsgirêkan û bo vê mebestê jî şandeke wê ya pilebilind pêştir serdana Bexdayê kiriye.”

Îxlas Dilêmî herwiha gotibû: “Herdu alî li ser vê yekê li hev kirine, ku pêş sala 2020an, tevahiya pirsgirêkan bi yekcarî bêne çareserkirin û rûpeleke nû di navbera xwe de destpê bikin.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.