February 23, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Demîrtaş: Kurd xulamê kêsê nînin!

Demîrtaş: Kurd xulamê kêsê nînin!

BasNews – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi awayeke nerasterast rexne li CHPê kirin û ragehand: Divê aliyên piştgiriya şerê rojavayê Kurdistanê kirine daxwazîya lêborînê  ji xelkî bikin.

Demirtaş ji Rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axifî û di derbarê givaşên dijî HDPê û piştgiriya CHPê bo operasyona dagirkirina rojavaya Kurdistanê de diyar kir, ku ew van rojan ji bîr nakin. Kurd xulamê ti kesan nîne û divê opozîsyona Tirkiyê, ji ber piştgiriya xwe ya şerê dijî rojavayê Kurdistanê lêborîn ji xelkî bixwaze. Dema roja wê hat kurd, kesên ku şer û mirinê ji wan re rewa kirine, ji bîr nakin.

Di hilbijartina borî de HDP piştgiriya CHPê kiribû, lê CHP jî piştgiriya operasyona dagir kirina rojhilata Firatê kiribû.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.