February 22, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Crescent Petroleumê: Ji bo gaza Kurdistanê em dê ji hinek projeyên xwe li Misrê vekişin

Crescent Petroleumê: Ji bo gaza Kurdistanê em dê ji hinek projeyên xwe li Misrê vekişin

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa Crescent Petroleumê ya îmaratî bi niyet e ta sala 2023an berhemkirina gaza xwezayî li Kurdistanê bigihîne nêzîkî yek milyar pê sêca di rojekê de. Rêveberê şîrketê dibêje ku ew dikin dev ji hinek projeyên xwe li bakurê Afrîqayê berdin, da ku fokusa wan li ser Iraq û Kurdistanê be.

Rêvebirê Şîrketa Crescent Petroleumê Mecîd Ceifer, di hevpeyvînekê de ligel navenda rûpîva aborî ya Rojhilata Navîn (MEES), li ser karên xwe li zeviya Kormorê, dibêje: “Em ta niha jî kar dikin da ku asta berhema gaza xwezayî ji 400 milyon pê sêca bilind bikin. Em hêvîdar in di destpêka 2021 de bikarin 250 milyon pê sêca zêde bikin û 250 milyonên din jî di sala dûre de bixin ser asta berhema me.”

Herêma Kurdistan û Tirkiyê sala 2013 peymaneke guhastina gaza xwezayî bo Tirkiyeyê îmze kirin. Wê çaxê ajansa Reutersê ji zarê çavkaniyên agahdar eşkere kiribû ku hinardeya gaza Kurdistanê bo Tirkiyeyê ji destpêka 2017an ve dest pê dike, lê bûyerên salên dûre ev proje bi paş xistin.

Derbarê boriya ku gazê bo Tirkiyeyê vediguhêze, Mecîd Ceifer dibêje: “Bi têgihiştina me borî ber bi pêş ve diçe. Rêgeha boriyê heye. Ewlewiyeta me ya vêga berdestkirina pêwîstiyên Dihokê ye” ku îstgeheke elektrîkê lê heye û pêwîstiya wê bi berdestkirina gazê heye.

Li Kurdistanê 16 tirîlyon pê sêca ji yedeka gaza piştrastkirî û 80 tirîlyon pê sêca ji yedeka mumkin heye. Bi gotina rêveber, ev ji bo dabînkirina pêwîstiyên Herêma Kurdistanê bes e, tiştê zêde jî tê hinardekirin.

Mecîd Ceifer derbarê ewlewiyeta hinardeya gaza Kurdistanê dibêje: “Ewlewiyet li Iraqa federal e, em tam di vê yekê de hevnerîn in û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi vî rengî li meseleyê dinere.”

Rêveber hûrgiliyên bêtir di vî warî de dide û dibêje: “Vêga guhastina elektrîkê (bo parêzgehên cînarên herêmê) yan firotina elektrîkê berdewam e. Lewra pêkan e yan tu gazê bi kar bînî û elektrîka bêtir berhem bînî û bo parêzgehên cînar biguhêzî, yan gaza wan bo wan biguhêzî. Hinek îstgehên elektrîkê yên nêzîk (ji Kurdistanê) hene ku pir hewcedarî gazê ne, wek îstgeha Mensûriyeyê.”

“Focusa me li ser Iraq û Kurdistanê ye”

Fokuseke taybet a şîrketa Crescent Petroleumê li ser çalakiyên wê li Herêma Kurdistanê ye, bi awayekî ku guman çêbûye di siberojê de navçeyên çalakiyên şîrketê li cîhanê kêm bibin. Mecîd Ceifer vê yekê red dike û dibêje: “Vêga 50 sal di ser karkirina me re derbas dibin. Ezmûna karkirina me li hemû dever û cîhanê jî heye, lê vêga fokuseke me ya zêde li ser Iraqê ye û em ji berê bêtir pabendî Herêma Kurdistanê ne û em hêvîdar in bikarin bo beşên Iraqê yên din jî wisa bin.”

Crescent Petroleum mezintirîn şîrketa kerta taybet a gaz û petrolê ye li Rojhilata Navîn ku sala 1971ê hat damezrandin. Ev şîrket damezrîner û mezintirîn xwedî pişka Dana Gaz a îmratî ye jî ku wek mezintirîn şîrketa gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn tê hejmartin. Dema 30 salî ye amadebûna Crescentê li Iraqê heye û ji sala 2007an ve bi rêya Dana Gazê li herdu zeviyên Çemçemal û Kormorê dixebite.

Crescentê beşek ji pişka projeyên xwe li Misrê ji bo firotinê nîşan dane. Rêveberê şîrketê got: “Ev biryareke stratejî ye û pêwîstiya darayî ne li pişt vê biryarê bû. Bi baweriya min mesele ew e ku divê fokus li ku be, fokusa me li ser pêgeha me ya niha ya xurt e li Herêma Kurdistanê.”

Mecîd Ceifer derbarê ûştên vê helwesta wan a nû li hemberî Misrê û guhdana bêtir bi Kurdistanê dibêje: “Vê dawiyê akama hinek derfetên gera li zeviyên deryayê ne çê bûn. Îcar pirsgirêka qerzan jî hebû. Her çiqasî qerz bi awayekî berçav kêm bûne, lê ta niha jî hene. Niha qerzên me li Herêma Kurdistanê sifr in û di dema xwe de em hemû heqdestên xwe distînin. Ev bo baweriya veberhêneran pir giring e.”

Lê sedemên kêmbûna çalakiyên wan li Misrê û awirdana bêtir li Kurdistanê ne tenê teknîkî ne. Wek rêveberê şîrketê dibêje, beşek ji mijarê têkildarî qebareya nefta yedek e, çunku “Yedeka me ya bingehdar ku li Misrê heye çend sed milyar pê sêca ye. Di demekê de yedeka me li Kurdistanê bi dehan tirîlyon pê sêca ye. Lewra divê em fokusê bixin ser cihê di aliyê bazirganî de maqûl.”

Li gor datayên OPECê, yedeka piştrastkirî ya petrola xav a Iraqê bêtirî 145 milyar bermîlî ye. Salên zêde yên ceng û şerê navxwe û desthilatdariya neçalak kirin ku gera li zeviyên nû yên petrolê bi giranî birêve here.

Bi baweriya rêveberê şîrketa îmaratî, lêgerîn li beşekî zêde yê Iraqê nehatiye kirin: “Tenê çend hezar zeviyek hene ku di dîroka Iraqê de petrol ji wan hatiye derxistin. Ev jî li gor Erebistana Siûdî kêm e ku deh caran ji vê bêtir e.”

Herwisa bi nerîna wî, petrola yedek a Iraqê ji hejmara ku vêga tê qalkirin, pir zêdetir e.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.