Di êrîşa başurê Daqoqê da pêşmerge zêdetir ji 80 terorîstên Daişê kuştin
Waar –Duhok
Hêzên pêşmerge di êrîşa xwe ya doh da li başurê Daqûqê, bêtirî 80 terorîstên Daişê kuştin û 11 gund jî kontrol kirin.
Jêderekê pêşmerge bo War got: di êrîşa doh ya başurê Daqûqê da li başurê parêzgeha Kerkûkê, hêzên pêşmerge bi piştevanîya frokeyên şerkerên hevpeymanan, bêtirî 80 terorîstên Daşê kuştin û 11 gund di gel gerekê stratejîk ku dibine nêzîkî 150 kîlometrên çargoşeyên axê, rizgar kirin.
Li gorî fermandeyên pêşmerge, êrîşa doh ya paqijkirina başûrê Daqoqê ji teroristan, çi metirsîya terorê li ser rêya Kerkûk-Bexda û dîsan deverên başûrê Kerkûkê, nehêla.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî