November 19, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

7 sal û 2 ferman li ser kurdên êzidî

Dihok (Rûdaw) Roja 14ê Tebaxa sala 2007an ji bo kurdên êzidî karesat bû. 7 sal piştî êrişên li bajarokên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir, di Tebaxa sala 2014an de karesatek din bi ser kurdên êzidî de hat. 

Xelkê Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir 3ê Tebaxa sala 2014an wek hemû kurdên êzidî aware bûne. Heta niha jî deverên wan di destê çekdarên DAIŞê de ne. 

Lê belê kurdên êzidî 7 sal berî hinge û di Tebaxa sla 2007an de jî rastî êrişên karesat hatin û di encama teqîna 4 kamyonên bombekirî li her du bajarokên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir zêdetirî 300 şehîd dan. 

Ligel karesata ku çekdarên DAIŞê di sala 2014an de bi serê kurdên êzidî de anî, lê belê roja 14ê Tebaxa sala 2007 her di bîra xelkên bajarokên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidirê de maye. 

Kesên ku êrişa bo ser Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir pêk anîn, xelkê deverên bûn û kurdên êzidî kirîvantî bi wan re girêdabûn û rojek berî pêkanîna êrişê jî welatiyên êzidî ew dîtibûn, lê wan nezanîbûn ku dê êrişeke wisa li dijî êzidiyan pêk bînin. 

Lê belê kirîvê wan 4 kamyonên bumbekirî, 2 li Gir Izêr û 2 jî li Sîba Şêx Xidir kirin bersiva kirîvatî û biratiya kurdên êzidî û ew kamyon di nava wan her du bajarokan de teqandin. 

Sala 2007 an çekdarên DAIŞê nebûn, lê li gor kurên êzidî ewên ku sala 2007an êrişî wan kirin her heman ew kes in ku di sala 2014an de êriş anîn ser wan û ew karesat bi ser wan de anîn. 

Xelkê Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir ku niha dûr li war û malên xwe di penaberîtiyê de û li komleghea Xankê li parêzgeha Dihokê dijîn dibêjin ewên ku êrişî wan kirin, xelkê deverê û cîranên wan bi xwe bûn. Mebesta wan jî ew ereb in ku di proseya guhertina demografiya Kurdistanê de, hikûmetên berê yên Iraqê ji cihên din ên Iraqê anîn û li deverên Kurdan bicih kirin. 

Kurdekî êzidî dibêje: “Her ew cîranên me bûn ên me biratî û kirîvatî bi wan re girêdabû, ewên nanê me dixwarin her ewan teqîna Gir Izêr û êrişa 2014 an ser me meşandin.” 

Xelkên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidrê mîna piraniya kurdên êzidî êdî aware bûne û di avahiyeke nîvîşkan de 21 xêzan ji Gir Izêr bicih bûne û nêzîk ji heykel cûreyeke ji xwe re ava dikin 

Li gor daneyên aliyên pêwendîdar 313 şehîd û zêdetir 700 birîndar  di her dû teqînên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir de ketine, jibilî ziyanên madî ku gihîştin derdora cihên teqînan. 

Rêvebirê bajarokê Gir Izêr, Xidir Xwedêda Reşo dibêje: “Her wê demê jî behsa cîbicîkirina benda 140 a destûra Iraqê dihat kirin û behsa pêkanîna refrandumê dihat kirin da ku deverên kurdên êzidî vegere ser Herêma Kurdistanê û ew êriş pêk hatin.” 

Xelkê Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir weke hemû kurdên din ên êzidî dixwazin rewşa jiyana wan û debara jiyana wan asayî bibe û di demek zû de deverên wan û hemû coxrafiya Kurdistanê ji dest çekdarên DAIŞê werin rizgarkirin û ew vegerin ser mal û warê xwe

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.