March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bi lez …Barzanî biryara xwe da

Bi lez ….Barzanî biryara xwe da

Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê kirîza kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê û nakokiyên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser wê pirsê de helwesta xwe aşkere kir û 3 şert danîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de helwesta xwe derbarê kirîza seroaktiyê de ragihand.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Çareserkirina arîşeyan bi xweferzkirinê û şêweya kodetayê ti encamek nabe û nayê qebûlkirin jî.”

Mesûd Barzanî derbarê sîstema desthilatdariyê de jî dibêje: “Bi mebestên şexsî û siyasî, hinek partî dixwazin şêweya hilbijartina serok û desthilatên wî biguherin.”

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe ya de daxwaz ji hemû partiyên nava hikûmetê û parlamentoyê dike ku lezê bikin û li ser çareserkirina kirîza serokatiyê bi lihevkirinê rêkevtinê bikin bi awayekê ku di berjewendiya gel û niştîman de be.

Barzanî herwiha tekez dike: “Eger alî negihîştine lihevkirinê, pêwîst e em  ber bi hilbijartina pêşwext ve biçin.”

Derbarê sîstema desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê de jî Barzanî dibêje: Sîstema Kurdstanê parlemanî ye û ew yek gelek bi zelalî di madeya 1 a reşnivîsa proejeya destûrê de jî hatiye. Dibe ku nêrînên cuda li ser şêweya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê hebe. Li ser şêweya hilbijartina serok, ez pêşniyar dikim ku gel wê mijarê yekalî bike û refrandum bê kirin li ser şêweya hilbijartina serok. Çimkî hemû xelkê Kurdistanê ne hizbî ne û nabe mafê xelkê were zewtkirin.

Li gor vê daxuyaniyê, Mesûd Barzanî pêşniyar kir, pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û çawaniya hilbijartina serok bi rêya refrandumê bê yekalîkirin û bo çareserkirina wê pirsê ji gel were pirsyarkirin.

Serok Barzanî debarê çareserkirina kirîza kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de 3 pêşniyar dan.

Pêşniyarê Barzanî derbarê kirîza seroaktiyê de ev in:

  • 1-Bo çareserkirina arîşeyan, xwesepandin û şêweya kodetayê ti encamek nabe û nayê qebûlkirin jî.
  • 2-Hemû partiyên nava hikûmetê û parlamentoyê lezê bikin bigihîjin rêkevtinekê û li ser çareserekê lihev bikin ku di berjewendiya gel û niştîman de be.
  • 3-Eger alî negihîştine lihevkirinê, pêwîst e em ber bi hilbijartina pêşwext ve herin.

Daxuyanî wiha dest pê dike:

“Di 29ê Hezîran a 2015an de li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di peyamekê de min ji xelkê Kurdisnê re ragihand, ku eger li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de aliyên siyasî heta 20ê Tebaxa 2015 neghîştine lihevkirinê, ez dê helwesta xwe rabigihînim.

Wek xuya ye, hêj aliyên siyasî li ser wê pirsê negihîştine lihevkirinê û hinek jî rijd in li ser şêweya koetayê û proje bo çêkirina kirîzê hene, lê belê proje bo çareserkirin û parastina Kurdistanê nînin. Ji ber wê jî ez helwesta xwe derbarê kirîza siyasî ya Herêma Kurdistanê ji we yên xoştevî re radigihînim.”

Şoreşa Kurdistanê û Raperîna 1991an

Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Di gişt qonaxên xebatê, hemû bûyer û gişt berpirsyariyên şoreşgêrî, partayetî û fermî de ligel gelê Kurdistanê û neteweya kurd rastgo bûme.”

Barzanî tekez dike ku ji ber rewşa hesas û berjewendiya giştî nikare hemû ratsiyan bêje, lê wî herem xwe di berpirsyaritiyê de dîtiye û hewl daye her tiştekê ku ji gel re dibêje, bi awayekê rastgoyane be.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê dike û xembarî û dilgiraniya xwe li hember wê rewşa niha ya navxweyê Kurdistanê tîne ziman û dibêje, derbarê wê kirîza ku niha gelê Kuridstanê pê re hatiye mijûkirin, dixwaze hinek ratsiyan ji gelê Kurdistanê re aşkere bike.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku şoreşa Kurdistanê bo azadî û demokrasiyê û dadperweriyê (edaletê) dest pê kiriye û ew yek jî bi bîr anî, ku wî di sala 1991an de û piştî Raperînê di girseyeke cemawerî de li bajarê Koye ji xelkê Kurdistanê re got ku gerek hilbijartin were kirin û rewatiya şoreşgêrî cihê xwe bide rewatiya hilbijartin, demokrasî û destûrê.

Barzanî got: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku min xebat bo demokrasiyê kiriye û bo cara yekem banga hilbijartinek demokratîk li Kurdistanê kiriye.”

Mesûd Barzanî salên destpêkê yên piştî Raperînê û yekem hilbijartinê bi bîr tîne û radigihîne, bi encamdana hilbijartinê wan wisa kir ku yekem hikûmet û yekem parlamento bi rêya hilbijartinê di dîroka Kurdistanê de werin avakirin û zemetha gel bi heder neçe.

Barzanî bi gotina “ez şanaziyê dikim ku min gotiye nabe kes li Kurdistanê ji yasayê bilindtir be û bi dirêjiya karê xwe yê fermî ez pêbendî wê yekê bûme û min hewl daye bingehên serwerbûna yasayê werin çespandin”, tekez jî kir ku bo binpênekirina yasayan gellek hewl daye

Barzanî herwiha got: “Di dema arîşe û tundûtîjiyên navxweyî de jî min herdem hewl daye Kurdistanê ji şer dûr bixim. Dema ku şer jî çêbûye min hewla çêkirina aştiyê daye da ku proseya demokrasiyê li welatê me berdewaam be.”

Barzanî bo wê yekê amaje bi rola Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî jî dike û tekez dike ku ew rola wî jibîr nake.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî dike ku di sala 2005an de, serok di parlamentoyê de hat hilbijartin û li hember wê yekê jî dengê nerazîbûnê bilind bû. Mesûd Barzanî di vê bareyê de wiha got:

“Ewên ku niha rondikan bo hilbijartina serok di parlamentoyê de dirjînin, hingê ji xelkê re digotin, parlamanter di hilbijartina serok de pasîv dibin û nawêrin bi azadiyeke temam û bi başî deng bi serok bidin. Ji ber wê jî ew serokê ku ji aliyê parlamentoyê vet ê hilbijartin, serokek rewa nîne û berhemê rêkevtina partiyan e û digotin, gerek Serokê Herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê gel ve were hilbijartin.”

Berjewendiyên şexsî

Barzanî amaje kir ku kesên dibêjin divê serok ne ji aliyê gel ve bê bijartin, divê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û şexsî vê yekê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman, ew di heyama serokatiya xwe de ji bo aramiya siyasî ya Kurdistanê xebitiye, tevî kirîza aborî çawa karîne li hmebrî Hêzên Dîcleyê rawestin wisa karîne rêxistina DAIŞê jî têk bibin.
Min çima ew bang da?

Herwiha Barzanî da zanîn, 23ê Hezîranê li Parlamentoyê xwestin lihevkirinê xirab bikin û got, wî 16ê Tîrmeha 2013an ji bo ku aliyên siyasî li ser mijara makezagonê lihev bikin bang li wan kiribû û wiha domand:

“Baş e min ji bo kursiyê xwe ew bang li Serokatiya Parlamentoyê û aliyên siyasî kiribû? An jî ji bo welatê me bibe xwediyê makezagonekê û pêvajoya siyasî bi dengên gel were rêvebirin? Dixwazin rastiyan berevajî bikin û me weke li dijî demokrasiyê bidin nîşandan û xwe jî weke parêzvanên demokrasiyê bidin nîşandan.

Kesên bi kîn û bi dijminatî dihizirin wiha digotin; me çawa projeya makezagonê hilweşand em dê ji bo guhertina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî wan stuxwar bikin. Heger nebe em dê wan ji Hewlêrê jî derbixin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi