April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî 2 salên din jî serok e

Rûdaw

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku, herçar partiyên Başûrê Kurdistanê (YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî) razî bûne ku Mesûd Barzanî 2 salên din wek serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

Ebûbekir Elî, Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser malpera xwe ya Faceboolê ragihand ku, “Herçar hêzên siyasî razîbûne ku Barzanî heta dawiya xula parlamentoyê li ser erka xwe bimîne.”

Wî berpirsê Yekgirtû wiha got: “Razîbûna aliyên siyasî li ser dirêjkirina dema serokatiya Barzanî bo 2 salan, li hember razîbûna PDKê li ser guhertina sîstema hilbijartina serok ji aliyê xelkê ve bo hilbijartina wî ji aliyê parlamentoyê.”

Herwiha amade bi wê yekê da ku, “Tê çaverêkirin ku îro PDKê jî biryara xwe ya rast li ser vê mijarê bide.”

Dema serokatiya Barzanî beriya 2 salan bi dawî hat. Parlamentoya Kurdistanê dema serokatiya wî 2 salan dirêj kir. PDKê dixwaze niha jî 2 salan dirêj bike.

YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî pêşniyar qanûnek pêşkêşî parlamentoyê kirin, ku qanûna hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê ji hilbijartina ji aliyê gel ve bê guhertin bo hilbijartina ji aliyê parlamentoyê ve.

PDKê ew pêşniyarqanûn red dikir û daxwaz dikir ku serok tenê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin.

Lê li gorî daxuyaniya Ebûbekir Elî, di serî de aliyên siyasî dê qanûna serokatiyê di parlamentoyê de biguherin bo parlamanî û piştre dê Barzanî di nava parlamentoyê dîsa bibe serok

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi