March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir

 

Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir

 Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku beriya 18ê Gulanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, civîneke berfireh lidar bixin.

Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û tê de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku rûpeleke nû vekin û civîneke berfireh û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.

Her di çarçoveya wê bangewaziyê de jî, Serok Barzanî got: Berî vê civînê ez daxwazê ​​ji her du polîtboruyên YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin

Serok Mesûd Barzanî derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de got, îradeyek bihêz heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Her wiha Serok Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê jî kir ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevanî kiriye.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de kurteyek ji dîroka Barzanîyan pêşkêş kir û got ku li ser Barzan gelek hatiye nivîsandin û gotin, lê dijminan rastî nivîsandin û berovajîkirinê kirine. Lê arşîvên gelek welatan nîşan didin ku tiştê li Barzan derketiye hole, tevgereke rizgariya demokratîk e û bandora wê ya mezin jî hebû.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi