April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Gorekê dî yê bi kom li Şingalê hate dîtin

Gorekê dî yê bi kom li Şingalê hate dîtin
Gav- Şingal
Gorekê dî yê bi kom yê qorbanyên destê DAIŞê li Şingalê hate dîtin.
Xeyrî Alî Ibrahîm, serokê Rêkxrawa Petrîkor ya mafên mirovî bo Gav ragehand, evro ew ji alyê polîsan ve hatine agehdarkirin bi diyarbûna gorekê bikom ku di demê karkirina kompanyekê bo avakirina qutabxaneyekê da li taxê Azadî yê senterê herêmdarya Şingalê ew gore liber devê şufelekê derkeftye.
Navhatî amaje da wê çendê jî, di nav wî gorî da rufatên çendîn kesan têda bûn û hindek ji wan yên hatîne naskirin zarok û jinên bi temen yên şîeyên Şingalê ne û yên dî jî hejmara wan hêşta nehatye zanîn jiber ku li demê karkirina wê kompanyê da hindek ji rufatan hatbûne têkdan.
Diyar jî kir؛ ew rufate yên wan kesane ewên li sala 2014 j layê DAIŞê komkujî li ser hatyekirin û got jî: me hemî zanyarî pêşkêşî rêveberya karubarên parastina gorên bikom ya Dezgehê Şehîdan yê Iraqê krîne da ku duyvçûnê bo biken.
Li gorey amaran, heta niha nzîkî 40 gorên bikom yên qorbanyên destê DAIŞê li Şingalê hatîne dîtin û heldan , pitrî 50 gorên dî jî mayne hêşta nehatîne heldan.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi