April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Kerkûkî: Rizgarkirina Kerkûkê sembola bidawîanîna rejîma Beis bû

Kemal Kerkûkî: Rizgarkirina Kerkûkê sembola bidawîanîna rejîma Beis bû

BasNews – Berpirsê Ofîsa Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ragihand, hemû rêyên demokrasî, siyasî, yasayî digrin ber xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd.

Îro Duşemê 10ê Nîsana 2023an, Kemal Kerkûkî daxuyaniyek belav kir û tê de amade bi girîngiya rizgarkirina bajarê Kerkûkê kiriye ku wek sembola bidawîbûna rejîma Beis bû.

Di daxuyaniyê de Kemal Kerkûkî bal dikşîne ser wêrekiya Pêşmerge û xebata welatiyan ku ji bo rizgarkirina bajêr bêyî ti alîkariyek yan destwerdaneke serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê, pêk hat.

Kerkûkî destnîşan dike: “Hinek ajendayên navçeyî û navdewletî li benda rûdana şerê netewî û mezhebî di navbera pêkhateyên bajêr de bûn û çaverêya encamdana kiryarên tolhildanê bûn wek bersivek ji bo siyaseta dirindane ya rejîma jinavçûyî.”

Herwiha diyar kir: “Hêzên qehreman ên Pêşmerge, dema çûn nav bajêr û kontrol kirin, wêneya herî ciwan a qehremaniyê û camêriyê nîşan dan, bêyî rijandina xwîn û rûbirûbûna di navbera pêkhateyên bajêr de, bajar kontrol kirin.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi