Bingehê Laliş Cejna Ekîto pîroz diket
Bi helkefta cejna sersala nû ya Babilî- Aşûrî (Ekîto) pîrozbahyê li sercembirayên Kildanî Aşûrî Siryanî dikeyn hîvîdarîn ji xudayî ev cejne bi ser hemuwan da bibîte xêr û xoşî.
Herwesan hîvîdarîn wek herdem mîna caran, Kurdistan bimînt landika bi hevrejiyan û aştî û hevdûqebûlkirinê di navbera tavahya pêkhateyên olî li Herêma Kurdistanê da.
Hevdem hîvîxwazîn herdem cejnan bikeyne delîveyek bo zengînkirina ferhenga birayetîy û aştîyê.
Dûbare pîroze
Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî
31/3/2023 – Duhok
SA