April 16, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

120 sal di ser jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî re derbas dibin

120 sal di ser jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî re derbas dibin

BasNews- Mela Mistefa Barzanî kurê Şêx  Mihemed kurê Şêx Ebdulselam Barzanî roja 14ê Adara 1903an li devera Barzan ji dayik bû û îro 120 sal di ser jidayikbûna wî re derbas dibin ku tevahiya jiyana xwe ji bo şoreş û xebata ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd terxan kiribû.

General Mela Mistefa Barzanî, rêberê mezintirîn şoreş di dîroka rizgarxwaziya gelê Kurdistanê de ye, di dirêjahiya temenê xwe de wî dest ji daxwazkirina mafên xelkê bernedaye, hewl ji bo bidestanîna daxwazên wî yên neteweyî daye û rêbazeke tijî daxwaziyên neteweyî û niştîmanî li pey xwe hiştiye û bûye serkirde û nimûneyeke bilind a rastgoyî û daxwaz û mafên neteweyî.

Mela Mistefa Barzanî, di qonaxeke dîrokî û çarenivîsdar de, têkoşîna li dijî dagirkerên hêzdar û bi piştevan hilbijart ku gelê kurd di serdemeke tijî êş û azar de dijiya ku ji bilî xwedê û rewayetiya doza û amadehiya zarokên gelê kurd ji bo azadiyê, ti piştevanîpenayeke din jê re nebû. Lê belê bi vîneke bihêz, bi xwebawerî, rewabûna doza xwe û bi wêrekî şer ji bo miletê xwe kir û mîrateyeke mezin a têkoşînê li dijî zilm û zordariyê ji gelê kurd re hişt.

Beşek ji westgehên jiyana Mela Mistefa Barzanî:

*Mela Mistefa Barzanî kurê Şêx Mihemed Barzanî ye û li gundê Barzan di 14ê Adara sala 1903an jidayik bû.

*Di temenê 3 saliyê de ji aliyê Osmaniyan ve ji piştî şikestina Şoreşa Barzanî Şêx Ebdulselam birayê mezin ê Mela Mistefa Barzanî hat girtin û Mistefa Barzanî û diya xwe ve li Mûslê hatin zîndanîkirin.

Heyama 6 salan ji aliyê çend mamosteyan ve li gundê Barzan mijûlî xwendinê bû û piştre Fiqhê Îslamê xwend û çar salan zanistên olî xwend û piştre jî li Silêmaniyê hewla temamkirina xwendinê da.

* Mela Mistefa Barzanî di sala 1919an de beşdarî di tevgera Şêx Mehmûd Hefîd li Silêmaniyê ku û serperiştiya tîmeke çekdarî ya 300 çekdaran kir.

êx Ehmed Barzanî wî Mela Mistefa Barzanî wek nûner dişîne Bakurê Kurdistanê ji bo serdana Şêx Seîdê Pîran bike û hevahengiyê bi şoreşê re dirust bike.

*Di navbera salên 1931 – 1932an serperiştiya hêzeke Barzaniyan dike ji bo berevanîkirina li mihwerê Mêrgesor – Şêrwan li hember hêzên Îngilîzî û di wî şerî de ji ber jîrekî û karzaniya xwe bi navûdeng dibe û dikare wî mihwerî biparêze.

* Di sala 1934an de bi Şêx Ehemd Barzanî û hin ji piyayên wî diçin Tirkiyê ji bo daxwaza mafê penabertiyê bikin û piştre vedigerin Iraqê û ji aliyê Îngilîziyan û desthilata Iraqê ya wê demê bo başûrê Iraqê tên dûrxistin û piştî 10 salan vedigere Silêmaniyê.

* Di 12ê Tîrmeha 1943an de bi hevkariya rêxistina Hîwa li Silêmaniyê karî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe.

* Di heman salê de ji Îranê vedigere navçeya Barzan û hejmarek xort li dor xwe kom dike û du mehan 2 hezar çekdarên xwebexş amade dike û dikarin dest danin binkeyeke polîs li navçê.

* Di Payîza 1943an de hikûmeta Bexdayê şandekê dişîne Barzan ji bo şer bê rawestandin û Mistefa Barzanî mercê vegera tevahiya kesên sirgûnkirî û ŞêX Ehemd dike û hikûmeta Nûrî Seîd hemû mercên Mistefa Barzanî bicih tîne.

* Di sala 1943 – 1945an de Şoreşa Barzan li dijî hikûmeta Iraqê ku hikûmeta Brîtaniya piştevaniyê lê dike serî hildide careke din şoreş li navçeyeke fereh a Kurdistanê belav dibe.

* Di 22ê Çileya 1946an de beşdarî di merasîma ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê de kir û ji aliyê Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve Barzanî dibe Fermandarê Artêşa Komara Kurdistan û pileya General pê tê bexşandin.

* 16ê Tebaxa 1946an Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezirand û wek serokê partiyê hat hilbijartin û li tevahiya kongreyên partiyê de tevî di hinan de amade nebû jî wek serokê partî hat hilbijartin.

* Piştî şikestina Komara Kurdistanê, di sala 1947an de rêwîtiya dîrokî ber bi Sovyetê ve encam da û Barzanî amade nebû xwe radestî desthilatên Şahinşahê Îranê bike û ew ligel 500 çekdar ber bi Sovyet çûn û rûbirûyî artêşên Iraq, Îran û Tirkiyê bû.

* Roja 17ê Hezîrana 1947an Barzanî û hevalên xwe çemê Aras derbas kirinû gihîştin Sovyetê.

* Li Yekîtiya Sovyet ku Stalîn serokê wê bû, serederiya tund bi Barzanî û hevalên wî re hate kirin û piştî mirina Stalîn di sala 1953an de rewşa jiyana wan hinekî baş bû.

* Li Rûsya tevî derbaskirina temenê 45 saliyê, li Akademiya Zimanan li Moskoyê destpê kir û aborî, goegrafa, zanist û zimanê Rûsî xwend.

* Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, Barzanî û hevalên xwe vedigerin Iraqê û ji Besra û ta Hewlêrê camewer pêşwaziyê lê dikin.

* Serokomarê Iraqê Ebdilkerîm Qasim di 7ê Cotmeha 1958an pêşwazî li Barzanî û hevalên wî dike.

* Ji 11ê Îlona 1961 û ta 1975an Barzanî rêbertiya mezintirîn şoreşa çekdarî li dijî desthilatên Bexdayê kir û şoreşê 15 salan berdewam kir û tê de çendîn destkeftên netewî û niştimanî ji gelê Kurdistanê re bidest hat.

* Di 11ê Adara 1970î Barzanî û hikûmeta Iraqê li ser porjeya atonomî ji Kurdistanê re lihev dikin û bo cara yekem di dîroka Kurdistanê de şoreşeke Kurdî bi 9 salên xebatê dikare wê destkeftê ji Kurd re bidest bixe.

* Di 6ê Adara 1975an bi sedema rêkeftina Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Reza li Cezaîrê, şoreşa Îlonê rastî şikandinê tê û ji ber wê Barzanî û bi hezaran Pêşmergeyên şoreşê riya koçberiyê hilbijart.

* Piştî şikestina 1975an careke din Barzanî çavdêrî û serperiştiya danîna kevirê bingehê yê şoreşê kir.

* Di 1ê Adara 1979an Mela Mistefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir û di 5ê Gulana 1979an li ser wesiyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xaka pîroz a Kurdistanê hat spartin.

* Piştî Raperîna Adara 1991an, termê Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li aramiya xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê cihê jidayikbûna xwe hat veguhastin û li navçeya Barzanî bi xakê hatin spartin.

* Di heyama jiyana xwe de du caran Mela Mistefa Barzanî rastî hewlên terorkirinê hat û mocîze hat rizgarkirin, yek di 29ê Îlona 1971an û ya duyem jî di 16ê Tîrmeha 1972an de bû, lê her du caran ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê, parastina aştî û aramiyê Kurdistanê dirustnebûna şer, rêkeftina Adara 1970î ya bi Bexdayê re hilneweşand.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi