March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

70 sal bi ser damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Lawanên Kurdistanê derbas dibe

70 sal bi ser damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Lawanên Kurdistanê derbas dibe

BasNews- Yekitiya Xwendevan û Lawanên Demokrat ên Kurdistanê beriya 70 salan bi fermana nemir Barzanî di 18ê Sibata 1953an de di sêyemîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê hat damezrandin û bi dehan kadro û serkirde perwerde kirine.

Ev her du rêxistin weke du rêxistinên bibandor di tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de tên hesibandin û di xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de roleke bibandor lîstine û bi taybetî di serdema şoreşa Îlonê de roleke berçav di birêxistinkirina ciwanên kurd de lîstine.

Ji Peymana Cezayîrê ya sala 1975an vir ve, karê van her du rêxistinan zehmet bûye û di dema koçberî û demên dijwar ên têkoşînê de roleke aktîf lîstine.

Bi nêzîkbûna şoreşê re Yekîtiya Xwendekaran Şîrîn li Zaxo û Xebat li Hewlêrê ava kirin.

Di 26ê Gulana 1976an de dema ku mizgîniya berdewamiya şoreşê hat ragihandin, şaxên Yekîtiya Xwendekaran li navxwe û derveyî welat dîsa dest bi xebatên xwe kir.

Piştî sala 1979an derfeteke nû ji bo Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawanên Demokrat ên Kurdistanê derket holê û di 23ê adara heman salê de li bajarê Karazê konferansa xwe li dar xist li zanîngeh û dibistanên Kurdistanê û li ser asta Iraqê.

Piştî damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1991ê de, van her du rêxistinan bi cidî û çalak di nav ciwan û xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê de kar kirine û di nav van her du rêxistinan de gelek ciwan û siyasetmedarên xwedî ezmûn, bibandor û navdar derxistine.

Bi boneya salvegera damezrandina her du rêxistinan, îro 18/2/2023 demjimêr 15:00ê piştî nîvro li navenda Hewlêrê ya Yekîtiya Lawan û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê sekreter û endamên sekreteriya her du rêxistinan wê merasîmek birêve biçe.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi