March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet tine

Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet tine

BasNews – Fazil Mîranî di wê baweriyê de ye: “Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet nîne”. Derbarê nakokiyên di navbera PDK û YNKê de jî got: “Tiştê heye, nabe PDK û YNKê ewqas li ser nakok bin.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro di merasîma salvegera 36emîn a koça dawiyê ya Îdrîs Barzanî de ji rojnamevanan re ragihand, “Ti yasayek nîne ku Dadgeha Federal mafê karmendan bibire. Biryarên siyasî tiştek e, bûdce tiştekî din e û mafên welatiyên Iraqê tiştekî din e.”

Mîranî got, dibe ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi xwe jî li dijî biryarê be, ji ber ku ew jî ziyanê ji vê biryarê dibîne.

Mîranî her wiha got: “Iraq xwedî hikûmet e, lê mixabin ez şerm dikim ku vê yekê bibêjim ku dewlet nemaye, ji ber ku dewlet, yasa, serwerî prensîbên xwe hene. Vê Dewleta me binemayên xwe ji dest dane û karîna ku em wê vegerînin jî nîne.”

Mîranî derbarê nakokiyên derbarê PDK û YNKê de jî got: “Tiştê ku di navbera YNK û PDKê de heye, nakokî ye, lê xwezî min bizaniya ku ew nakokî li ser çi ye, lê her çi dibe bila bibe, tiştê ez dizanim, nabe em wiha li ser wê nakok bin.”

Mîranî tekezî li ser wê yekê jî, divê îsal hilbijartin werin kirin û ev berpirsyariyeke dîrokî li ser milê PDK û YNKê ye, eger îsal hilbijartin neyê kirin, dê ezmûna Herêma Kurdistanê biheje û bikeve bin metirsiyê.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi