March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê kir

BasNews– Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê kir û herdu aliyan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê kirin.

Îro înê 23ê Berfanbara 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê Giorgio Meloni kir ku di yekem serdana xwe ya fermî bo derveyî Ewropayê da, hatiye Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di civînê da, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan da û cejna Christmas, serkeftina wê di hilbijatinan da û wergirtina postê serokwezîrtiyê li Giorgio Meloni pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û yê Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kir ku di dema şerê dijî DAIŞê de, di warê serbazî, mirovî û siyasî de alîkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serokwezîra Îtalyayê ji aliyê xwe ve, tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wê girîngiyeke taybet bi peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û bihêzbûn û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Iraq û navçeyê bi girîng dibîne. Herwiha wê piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê de bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê amade ye bi diyalog û li ser esasê destûrê hemû pirsgirêkan ligel Bexdayê çareser bike.

Di civînê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji rayedaran amade bûn, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku DAIŞ hîn jî li ser asayîş û aramiya Iraq û Sûriyê metirsiyeke rasteqîne ye. Ji ber vê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bona bi yekcarî jinavbirina DAIŞ û terorê heye. Her du aliyan tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û alîkariyên hevbeş di hemû waran de kirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi