April 16, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Deriyekî nû li ber cotkarên Herêma Kurdistanê hat vekirin

Mesrûr Barzanî: Deriyekî nû li ber cotkarên Herêma Kurdistanê hat vekirin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana bazareke hinardeya hinarê li Hewlêrê kir û ragihand, bi hinardekirina hinara Helebce û Zaxoyê bo derveyî welat, deriyekî nû li ber cotkarên Herêma Kurdistanê hat vekirin û ev cara yekem e hinar bo derveyî welat tê hinardekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand: “Em cara yekem berhema navxwe ya Herêma Kurdistanê hinardeyî derve dikin. Ev sozek bû ku me beriya niha daye û niha spas bo Xwedê me kire pratîk.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Deriyekî nû ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê hat vekirin, ev rê xweş dike ji bo hinardeya berhemên din ên çandiniyê yên Herêmê bo derve.”

Herwiha destnîşan kir: “Me vê carê bo Kendavê hinar şand û ev destpêk e, di qonaxên bê de em bi niyet in, hijîr, tirî, sêv û hingiv bişînin derve. Niha li çendîn welatên Kendavê berhemên navxwe yên Herêma Kurdistanê berdest in.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ligel Ewrûpayê jî li ser xet in ji bo vekirina bazaran li ber berhemên Herêma Kurdistanê û got: “Em ligel ewrûpiyan jî axivîne, da ku em bikarin berhemên navxwe hinardeyî derve bikin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev mizgîniyeke xweş e ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê ku xema firotina berhemên xwe nekin û berhemên wan zêdetir bin, em dikarin berhemên wan bişînin bazaran.”     

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ev cara yekem e ev derî ji bo xelkê Kurdistanê û cotkaran tê vekirin, ev çavkaniyeke din a dahatê ye û mijareke girîng e ji bo pêşxistina sektora çandiniyê.”

Herwiha ragihand: “Ez spasiya vê tîmê dikim ku di vê demê de bi awayekî berdewam hewl dan vê proseyê bi ser bixin û ez spasiya Wezîra Çandiniyê dikim ku piştevan bûn ji bo serxistina vê proseyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pirsa rojnamevanan, li ser girîngiya vê proseyê diyar kir: “Ev pêngav nîşan dide ku Herêma Kurdistanê di sektora çandiniyê de pêşketineke mezin pêk aniye, em berdewam jî dibin ji bo alîkarîkirina cotkarên xwe û dabînkirina çavkaniyên din ên dahatê ji bo xelkê xwe.”

Li ser vejandina zêdetir a sektora çandiniyê û avedankirina zeviyên çandiniyê, Serokwezîr ragihand: “Me dît ku di vê demê de cotkar zêdetor berê xwe didin sektora çandiyê, ez daxwaz dikim di sektora çandiniyê de bêhtir veberhênan were kirin, çimkî derfeteke baş derketiye holê ji bo şandina derve ya berhemên cotkaran.”

Herwiha eşkere kir: “Vekirina derî û bazara derve, em dixwazin dahata Herêma Kurdistanê berfireh bikin, ji hemû aliyan ve veberhênan hatin kirin, em hêvîdar in wek çawa niha berhemên çandiniyê dibînin, di warên din de jî berheman bibînin, ew hemû dê ji bo Herêma Kurdistanê bibin dahat.”

Li ser bazarên nû yên hinarên Helebce û Zaxoyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Niha bo pênc welatên Kendavê, berhemên hinar têne hinardekirin, em ligel welatên Ewrûpayê jî axivîne, bo Brîtanya û Swêdê dê biçin, em ligel Almanya û Îtalya û gelek welatên din ên Ewrûpayê axivîn ji bo vekirina bazar li ber berhemên navxweyî, ev prose dê berdewam bibe, da ku em bikarin bazara zêdetir li ber berhmenên Herêma Kurdistanê vekin.”

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi