March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî kesekî Êzdî berbijêr dike ji bo peywirên wezîrên Iraqê  

Serok Barzanî kesekî Êzdî berbijêr dike ji bo peywirên wezîrên Iraqê  

 Endamekî encûmena nûnerên Iraqê amaje bi wê yekê dike ku Serok Barzanî navên berbijêrên PDKê ji bo peywirên wezîrên Iraqê dê zelal bike.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Amanc Herkî ji BasNewsê re ragehand, pêwîste Parlamentoya Iraqê di demekî kurt de deng li ser wan peywirên wezîrî yên hikûmeta federal a Iraqê bide, ku hîn nehatine tejî kirin. Ji ber 8ê meha bê dema bêhnvedana Parlamentoya Iraqê destpê dike, lê egera wê yekê heye ku bêhnvedana parlamentoyê dema wê bê kurt kirin, ji ber pêşbînî tê kirin ku projeyasaya budceya 2023yê ji aliyê hikûmetê ve ji parlamentoyê re bê şandin.

Derbarê berbijêrên PDKê yên ji bo wezaretan jî wî parlamenterî diyar kir ku PDK du peywirên din ên wezaretê werdigre û dê Serok Barzanî wan zelal bike.

Berî naha parlamenterê PDkê Şêrwan Dûberdanî  ji BasNewsê re ragehandibû: ‘’3 peywirên din ên kurdan li Bexdayê hatine zelal kirin, peywira wezareta avadaniyê ji bo PDKê ye û wezareta jînge jî bo YNKê ye, herwaha şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê karûbarê Êzdiyan jî ji PDKê re hatiye dayîn.’’

Di dema dengdana ji bo kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de wezîrên wan herdu wezaretan nehatibû zelal kirin.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi