April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir

Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn a Hewlêrê pêşwaziya Yarîdedera Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê Rojhilata Navîn Barbara A. Leaf û şandeke pê re kir ku ji Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks pêk hatibûn.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 7ê Îlona 2022an bi Yarîdedera Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê Rojhilata Navîn Barbara A. Leaf, Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks re civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Barbara A. Leaf silavên Serokê Amerîkayê Joe Biden gihade Serok Barzanî û bal kişand li ser wê yekê ku Joe Biden bi girîngiyeke zêde temaşeyî Herêma Kurdistanê dike û Herêma Kurdistanê jî yek ji ewlewiyetên siyaseta derekî ya welatê xwe dizane û her wiha teqez kir ku serwerî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, bingehek e ji bo aramî û pêşketina navçeyê.

Barbara A. Leaf her wiha destnîşan kir ku Amerîka xemxuriyeke zêde ji bo peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê heye û ji bilî derbirîna pêzanînên xwe yên ji bo rola Serok Barzanî ya di çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, daxwaz kir ku Serok Barzanî bi hîkmet û bandora xwe zêdetir bi rola xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehîştina pirsgirêkên siyasî yên Iraqê bibîne.

Serok Barzanî jî ji bilî bixêrhatina şanda Amerîkî silav ji bo Joe Biden şandin. Her wiha bi kurtî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û sedemên pirsgirêkên bingehîn ên siyasî yên Iraqê rawsiya.

Serok Barzanî teqezî li ser wê yekê jî kir ku çavkaniya pirsgirêkan û qeyrana siyasî ya Iraqê ji bo pêgirînebûna Bexdayê bi destûrê û nemana bingehên şeraket û hevsengî di proseya siyasî û rêznegirtina li encama hilbijartinan û proseya demokrasiyê ve vedigerê.

Serok Barzanî her wiha di axavtina xwe de ragihand ku pêwîst e mijarên bingehîn ên di navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de bêne çareserkirin û her rêkeftin û pêkhatinek divê li ser bingeha destûrê bi zelalî û bi ciddî kar li ser bê kirin.

Serok Barzanî diyar kir ku li Iraqê divê ji bo çareseriya pirsgirêkan çanda hev qebûlkirinê hebe û nabe ti aliyek hewla jêbirina aliyên din bide û divê rêz li destûrê bê girtin. Serok Barzanî li ser hizra hilbijartina pêşwext jî dûpat kir ku wan hîç astengiyek li ser encamdana hilbijartina pêşwext nîne, bi mercekê ku bingeheke siyasî û yasayî ji bo wê bê kirin û ti aliyek û pêkhatek neyê îhmalkirin û rêz jî li encama her hilbijartinekê bê girtin.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi