March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî dê bibe rêgir ku tewanên enfalê dubare nebin

Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî dê bibe rêgir ku tewanên enfalê dubare nebin

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Tebaxê di salvegera tawanên Enfala Badînanê de peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, malbatên qurbaniyên enfalan qerebû bike.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Em îro 34 saliya tawana Enfalê li Badînan bi bîr tînin, wek qonaxa dawiyê ya Enfalan ku ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988ê ji aliyê artêşa Iraqê ve ya wî demî, li dijî pêkhateyên cuda yên xelkê Badînan pêk hat. Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin û wan bi rûmet û rêzdarî bi bîr tînin, silavên xwe ji kesukar û malbatên wan re dişînin.

Tawana Enfalê ku, her ji Germiyanê heta qonaxa dawiyê li Badînan, 182 hezar welatiyên Kurd ên bêguneh bûne qurbanî û şehîd kirin, wekî ku Dadgeha Bilind a Tawanan ya Iraqê pejirandî, jenosîd û tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê ye, ji ber hindê divê Hikûmeta Federaliya Iraqê bi lezgînî malbatên qurbaniyan tawiz bike. Li Herêma Kurdistanê jî divê zêdetir xizmet ji malbatên qurbaniyan re bê kirin û hemû hewlek ji bo belgekirina tawanan bê kirin û di asta navdewletî de wekî jenosîd bê naskirin.

Di vê bîranînê de, em tekez li ser yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin ku garantiya yekane ya ji bo parastina mafên destûrî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê û paşerojeka baştir ji bo nifşên paş me. Her ew yekrêzî dê bibe rêgir ku careka din wan tawanan ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî hemû pêkhateyan, ax, av û hewa, xweza û jîngeha Kurdistanê hatiye kirin, dubare nebin.

Bîranîna şehîdan hertim bilind û bi rûmet be, spas û pêzanîn ji bo camêriya xelkê Hewlêr, Behirkê û derdora wan ku li kampa Cêjnîkan di hewara lêqewimiyên Badînan çûn û alîkariya wan kirin. Dilovanî û mirovperweriya wan tu carî nayê jibîrkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi