March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî: Îradeya Kurdan bi ser ket, dijmin ketine sergoya dîrokê

Barzanî: Îradeya Kurdan bi ser ket, dijmin ketine sergoya dîrokê

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rêjîma Beas ve li devera Behdînanê pêk hat, peyamek belav kir û ragihand, “Îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bi ser ket û dijmin û tawanbar jî ketin sergoya dîrokê.”

Di dewama cenosîda ku ji 25ê Tebaxa heta 6ê Îlona 1988an ji aliyê rejîma Iraqê ya wê demê ve li dijî gelê Kurdistanê pêk hat, piraniya Kurdên bajar û gundên herêma Behdînanê bi awayekî hovane bi çekên kîmyayî hatin kuştin, xelk hatin girtin û sirgûnkirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Armanca rejîmê guhertina demografiya Kurdistanê û şikandina îradeya gelê Kurdistanê bi çek û tundî û zordariyê bû. Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bi ser ket û dijmin û tawanbar jî ketin sergoya dîrokê.”

Barzanî di bîranîna wan kesên ku di 34emîn salvegera Enfalê de li Behdînan, Germiyan û Barzanê di komkujiya li dijî Kurdan de şehîd bûn, got, “Bi minasebeta vê bîranînê em radigihînin ku gelê me tu carî zimanê tundî û tawanan qebûl nake û divê Hikûmeta Iraqê berdêla hemû tawan û neheqiyên ku li dijî gelê me hatine kirin, bide.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi