March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Parlamento ji bo Destûra Kurdistanê dicive

Parlamento ji bo Destûra Kurdistanê dicive

Hewlêr (Rûdaw) Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên parlamentoyê dê roja Sêşema bê ji bo gotûbêjkirina projeya Destûra Herêma Kurdistanê bicivin. Sekretera Parlamentoyê dibêje, “civîn piştî nameyeke Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin ku ji serokatiya parlamentoyê re şandibû daku civîn û gotûbêjên derbarê destûrê de bên destpêkirin.”

Piştî navbereke dirêj, Destûra Herêma Kurdistanê dê dîsa bibe rojeva Parlamentoya Kurdistanê.

Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Muna Qehweçî îro Yekşembî 21ê Tebaxa 2022an ji Rûdawê re ragihand, “roja Sêşembê 23ê Tebaxa 2022an desteya serokatiyê û serokên fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê derbarê reşnivîsa Herêma Kurdistanê dicivin û nêrîna hemû serokên fraksyonan (wek nûnerên aliyên siyasî) li ser amadekirina reşnivîsa destûrê dê bê wergirtin.”

Muna Qehweçî got, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji serokatiya parlamentoyê re şandiye û daxwaz kiriye gotûbêjên derbarê destûrê û gihîştina bi rêkeftineke piralî bên destpêkirin.”

Qehweçî roja 10ê Sibata 2022an di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, wan ji hemû aliyên siyasî nêrîna wan a derbarê destûr û yasaya hilbijartinan de xwestiye û ew daxwaz di pakêcekê de wergirtine.

Destûra Kurdistanê di sala 2009an de hat nivîsandin û ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat pesendkirin, lê belê ji ber aloziyên siyasî heta niha referandum li ser wê reşnivîsa destûrê nehatiye kirin.

Di gera çarem a Palramentoya Kurdistanê de careke din Destûra Kurdistanê kete rojevê û ji 120 bendên wê rêkeftin li ser 73 bendên wê hat kirin û krîza siysî ya li ser destûrê bi dawî hat.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê amej bi nêrîna aliyên siyasî derbarê Destûra Kurdistanê de kir û got, “Hemû alî ji bilî Nifşê Nû baş dibînin ku Herêma Kurdistanê xwediyê destûra xwe be, ji bo wê jî komîsyoneke nû bê avakirin û xebata li ser destpê bike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi