April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Balyozê Japonê: Istiqrara Herêma Kurdistanê ji bo me giring e

Balyozê Japonê: Istiqrara Herêma Kurdistanê ji bo me giring e

Hewlêr (Rûdaw) Serok Barzanî îro li bajarokê Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Japonê yê li Iraqê kir û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Kurdistan û Japonê kir. Balyozê Japonê Suzuki Kotaro jî ragihand, ji bo Tokyo aramî û istiqrara Herêma Kurdistanê giring e.

Di civînê de behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonê hat kirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Balyozê Japonê Suzuki Kotaro ragihand ku “aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Japonê mijareke girîng û cihê girîngîpêdanê ye”.

Suzuki Kotaro herwiha bi kurtî “behsa alîkarî û hevahengiyên welatê xwe li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û cihên din ên Iraqê yên derbarê xizmetguzariyên giştî û dabînkirina av û elektrîkê de kir”.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî hêvî xwest ku peywendiyên di navbera her du aliyan de zêdetir pêşbikevin.

Serok Barzanî di beşeke din a hevdîtinê de behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, ew wek Partiya Demokrata Kurdistanê her dem amade ne û dixwazin ku “hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê lidarxistin.”

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Japonê yê li Hewlêrê Arakawa Arakawa Mikihiro jî amade bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi