March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li kolana herî qerebalix a Duhokê ciwanek hat kuştin

Li kolana herî qerebalix a Duhokê ciwanek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Duhokê di encama êrîşa kesên nasnameya wan nediyar de kesek jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku kesê di êrişê de hatiye kuştin hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.

Kesê bi navê Mehmed Eladîn Nûredîn ku tê îdiakirin hemwelatiyê Tirkiyê ye, li ser cadeya herî qelebalix a bajarê Duhokê, di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Heta niha êrişkar nehatiye girtin.

Berdevkê Polîsê Dihokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand, kesê bi navê Mehmet Eladîn Nûrî li ser cadeya KRO di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da û termê wî rakirine pizîşka dadwerî. Silêman da zanîn ku der barê êrîşkar de biryara girtinê hatiye dayîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Peyamnêrê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd ku gihîştiye cihê bûyerê, bi dikandarên ku şahidê êrişê bûne re axivî. Şahidan ragihandin piştî ku ciwanek ji texsiya bazirganî peya bûye kesekî din 3 gule berî wî daye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Êrişkar ber bi kolanan ve reviya û şopa xwe daye wendakirin.

Bûyer îro di derdora seat 16:10an de li ser cadeya KRO ku cihê herî qelebalix a Duhokê ye qewimî.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ciwanê ku jiyana xwe ji dest daye, temenê wî di navbera 30-35 salî de ye û îkama wî li Silêmaniyê ye.

Dikandarên ku bûne şahidê bûyerê diyar dikin ku kesê ku hatiye kuştin ne hemwelatiyê Herêma Kurdistanê ye, lê dibe ku hemwelatiyê Tirkiyê be.

Polîs heta niha ti daxuyanî nedaye ku kesê kuştî hemwelatiyê kîjan welatî ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi