April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hevpeymaniya Navdewletî: Em êrîşa li Hesekê şermezar dikin

Hevpeymaniya Navdewletî: Em êrîşa li Hesekê şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrîşa 18ê Mijdarê ya li ser navendeke perwerdehiyê ya zarokên keç ya li Hesekê şermezar kir ku di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn û çend kesên din jî birîndar bûbûn. Hevpeymaniya Navdewletî dibêje “Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikin.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrîşa duh a asmanî ya li Hesekê ku di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn û 11 ji wan jî birîndar bûbûn şermezar kir

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê derbarê êrişa li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li gundê Şimokê ya li Hesekê ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve pêk hatibû daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan li ser navê Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyê bertek nîşanî êrişê da û got “Êvara 18ê Tebaxê, sîstemeke bê firokevan a çekdar li komek zarokên keç ên ku voleybolê dilîzin, ku di bernameyeke ragihandina perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li Hesekê çalak bûn, ket.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li ser navê CJTF-OIR, ez vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikim.”

Brennan di beşeke din a daxuyaniyê de êrişê wek dijî qanûnên şer bi nav kir û got “Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em sersaxiyê ji malbatên miriyan re dixwazin û ji birîndaran re jî derbasbûnê dixwazin.”

Herwiha Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî tekez kir ku êrişên bi vî rengî têkoşîna li dijî DAIŞê dike xeterê û wiha berdewam kir “Zêdebûna dijminatiya leşkerî li bakurê Sûriyê aloziyê li herêmeke nazik ku xetera DAIŞ lê heye, çêdike. Em bang li hemû aliyan dikin ku demildest rageşiyê kêm bikin û dawî li çalakiyên ku destkeftiyên şerê girîng ên koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê bi dest xistine, dixin xeterê.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser

Rêvebiriya Xweser derbarê êrişa li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li gundê Şimokê ya li Hesekê ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve pêk hatibû daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê êrişa Tirkiyê şermezar kir u got “Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin şehîd bûn.”

Herwiha rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de da zanîn ku di êrişa Tirkiyê ya li ser navenda perwerdehiyêde 4 zarokên keç birîndar bûn û 11 zarokên din jî birîndar bûne û got “Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne mînaka wê jî duh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc, di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keçîn birîndar bûn. Ev êrişa hovane hemû pîvan û qanûnan bin pê dike û sûcên şer e, di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAIŞê ye.”

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi