October 02, 2022

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Xortekî Kurd li Almanyayê xwe şewitand

Xortekî Kurd li Almanyayê xwe şewitand

 Koçberekî Kurd ê bi navê Mêhvan Mihemed Silêman ku serlêdana wî ya penaberiyê li Almanyayê nehat qebûlkirin, li kampa Giessenê xwe şewitandiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Roja 15ê Temûzê li nav kampa Giessen li bajarê Giessen ê Almanyayê bûyereke agirpêketinê çêdibe, piştî ku polîs diçe cihê bûyerê, derdikeve holê ku penaberekî di nava kampê de xwe şewitandiye. Şahidekî bûyerê ji nav kampê ve ji Rûdawê re ragihand, kesê ku li nav kampê xwe şewitandiye û canê xwe ji dest daye, Kurd e û xelkê Duhokê li Başûrê Kurdistanê ye.

Polîsê Giessenê di heman roja bûyerê de ragihandiye, kesê canê xwe ji dest daye welatiyekî Iraqê û 34 salî ye.

Çavkaniyekî ji nav kampê îro Yekşembê 24ê Temûzê ji Rûdawê re got, piştrast bûye ku ew kesê jiyana xwe ji dest daye, navê wî “Mêghvan Mihemed Silêman e, 34 salî û xelkê parêzgeha Duhokê ye.’

Bi gotina heman çavkaniyê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, Mêhvan çend salan li Swîsê jiyaye û paşê çûye Almanyayê û li wê derê daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Wî ji Rûdawê re got, “hikûmeta Almanyayê biryara dersînorkirina Mêhvan dabû, çend caran jî Mêhvan daxwaz kiribû ku wî venegerînin Swîsê, lê belê daxwaza wî hatibû redkirin û sedema xweşewitandina wî jî her ev bû.”

Li gor agahiyan, dadgeha bajarê Guissen derbarê dosyeya wî xortê Kurd de lêkolîn kiriye û polîs ragihandiye, “Mêhvan li nav kampa Guissen çûye odeya xwe, sarinc daniye pişt deriyê odeya xwe da ku kes nekeve odeya wî, paşê herdu destên xwe girêdane û madeyeke sotemeniyê xistiye nav devê xwe û agir li laşê xwe berdaye û di encam de jiyana xwe ji dest daye.”

Termê Mêhvan Mihemed Silêman niha li pizîşkiya dadê ya bajarê Guissenê ye.

Heta niha malbat û kesûkarên wî xortê ji Duhokê nezanîne ku kurê wan xwe şewitandiye û canê xwe ji dest daye.

Kampa mezintirîn kampa penaberan li navçeya Hessen a Almanyayê ye û dikare 5,000 kesan li xwe bigre. Niha di vê kampê de nêzîkî 1000 kes dimînin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi