October 02, 2022

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mamostayekî zankoyê: Serok Barzanî her dem bi hewara Iraqê çûye da ku bikeve ser rêça rast

Mamostayekî zankoyê: Serok Barzanî her dem bi hewara Iraqê çûye da ku bikeve ser rêça rast

BasNews – Mamostayekî zankoyê dibêje, Serok Mesûd Barzanî her car bi hewara Iraqê çûye da ku Iraq li ser lingê xwe bisekine, nakokî û alozî bên çareserkirin û xelkê sivîl nebin qurbanî.

Mamostayê zanistên siyasî û hiqûqê li zankoya Soran, dr. Sanih Şerîf ji BasNewsê re got, ji roja ku dewleta Iraqê hatiye avakirin, ti carî neketiye ser rêça siyasî ya seqamgîr. Her dem di nav hevraz û nişîvan de bûye. Sebeba wê jî ew e ku tenê pêkhateyek serdest bûye nek hemû pêkhate.

Dr. Sanih Şerîf her wiha got, piştî ku rêjîma Beis sala 2003 hat rûxandin, rastvekirina piroseya siyasî bêyî rola kurdan bi serokatiya Serok Barzanî pêk nedihat. Ji ber ku her dem nêrîn û şîretên Serok Barzanî û pêşbînî û têgehîştina wî ji siyaset û çanda erebên Iraqê û ezmûna xebata wî ya siyasî û şoreşgerî bû sebeb ku Iraq bikeve ser rêça xwe ya rast. Serok Barzanî ne tenê şîe û sunnî li hev anî belkî aliyên nakok yên şîe jî nêzîkî hev kir û nehîşt Iraq bikeve nav agir.

Wî mamostayê zankoyê behsa şerê şîe û sunniyan di navbera salên 2006-2008 de kir û got, ji ber wî şerî rewşa Iraqê pir aloz bibû lê bi şîret û navbeynkariya Serok Barzanî ew şer dawî bû û hêvî û aramî vegeriya Iraqê. Di şerê DAIŞê de jî Serok Barzanî rola xwe lîst. Bi hewlên Serok Barzanî hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê karîn derbasî nav Mûsilê bibin û azad bikin. Beşek mezin ji xelkê vegeriyan ser cih û warê xwe. Baweriya wan bi ti serkirdeyekî Iraqê nemabû, tenê baweriya wan bi Serok Barzanî mabû.

Bi gotina wî mamostayê zankoyê, Serok Barzanî her dem bi hewara Iraqê çûye da ku Iraqê li ser lingê xwe bisekine û şer û alozî tê de nemîne û xelkê bê guneh û sivîl nebin qurbaniyên nakokiyên mezhebî û etnîkî. Ev rewşa ku niha Iraqê tê de ye, tenê bi destê Serok Barzanî vedibe. Çendîn meh e aliyên şîe û sunnî nikarin pêngavekî bo hikûmetê bavêjin. Dîsa Serok Barzanî dikare vê xitimandinê çareser bike. Bê guman civaka navdewletî û welatên herêmî jî vê rastiyê dizanin û li hêviyê ne.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi