June 07, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

“Heta PKK û hêzên din yê neyasayî li Şingalê bin rewşa wê aram nabe

“Heta PKK û hêzên din yê neyasayî li Şingalê bin rewşa wê aram nabe

Navenda Nûçeyan – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Telhet radgihîne, heta çekdarên PKKê û hêzên din yên neyasayî ji Şingalê dernekevin, rewşa wê herêmê dê aloz bimîne.

Lîwa Ebdulxaliq Telhet îro Yekşemê ji K24ê re ragihand, “Êrîşên çekdarên DAIŞê li Kerkûk û naverasta Iraqê kêm nebûne. Çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregehên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û hin caran Pêşmerge dikin. Tevgerên DAIŞê kêm nebûne.”

Derbarê damezirandina 2 lîwanên hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî got: “Heta niha bi bihaneya pêkneanîna hikûmeta nû ya Iraqê, kar rawestiyane. Gelek kar hatine kirin û tenê mûçe ji bo wê hêza hevbeş nehatiye diyarkirin, her dema mûçe ji wan re were hatin rêkxistin, ew her du lîwa dê werin pêkanîn.”

Lîwa Ebdulxaliq Telhet derbarê rewşa Şingalê de tekez kir: “Heta çekdarên PKKê û hêzên din yên neyasayî ji Şingalê dernekevin, rewaş wê aram nabe. Ji ber wê pêwîst e hikûmeta Iraqê rêkeftina Şingalê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kiriye cibicî bike, ji bo rewşa Şingalê asayî bibe.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi