March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

YNK civîna bi dirûşma ‘Nûbûn û Çaksazî’ li dar dixe

YNK civîna bi dirûşma ‘Nûbûn û Çaksazî’ li dar dixe

Rûdaw  Piştî nêzîkî sê mehan amadekarî û civînan li bajarên Başûrê Kurdistanê, îro Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi dirûşma “Nûbûn û Çaksazî” civîneke giştî lidar dixe.

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand, “Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Şemiyê civîneke giştî li dar dixe.

Civîn saet 10:00ê sibê li Hola Tîma Pêşmerge ya bajarê Silêmaniyê dest pê kir û dê çend rojan berdewam bike.

Hat diyarkirin ku hejmareke zêde ya endam, alîgir û berpirsên YNKê ji seranserê Başûrê Kurdistanê û hin cihên ku navenda YNKê lê ye, wek Bexda û hinek parêzgehên din ên Iraqê, beşdarî civîna giştî ya YNKê dibin.

Civîna YNKê bi destpêşxeriya Qubad Talebanî ya di Berfanbara 2021an de bû ku di civîna Politburoyê de gotibû, “Me kongreyek li dar xist lê em negihîştin armanca ku me dixwest pêk bînin. Ji ber vê yekê baştir e ku em civînekê li dar bixin da ku em bibînin ka gelê me û alîgirên me çi daxwazên wan heye.”

Roja 9ê Berfanbara 2021an, bi îmzeya Bafil Talebanî biryara lidarxistina civînekê hat dayîn; Qubad Talebanî wek serpereştiyarê giştî yê civîna YNKê hatibû destnîşankirin.

Di Civîna Giştî ya YNKê de du gotarên sereke tên pêşkeşkirin; yekem ji aliyê serpereştiyarê giştî yê civîna YNKê Qubad Talebanî û ya din jî dê ji aliyê hevserokê YNKê Bafil Talebanî ve were pêşkêşkirin.

Piştî pirsgirêkên navxweyî yên di navbera hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de û dûrxistina Lahur Şêx Cengî ji hevserokatiyê, niha YNK dixwaze kar û siyaseta xwe ya pêşerojê gotûbêj bike.

YNKê beriya niha bi rêya çend konferansan amadekariya civînê kiribû; bi vê mebestê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Helebce, Germiyan, Raperîn û Bexdayê civîn hatin lidarxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi