March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Îro 27emîn Dewreya Leşkerî ya Akademiya Zaxo bi dawî bû

Îro 27emîn Dewreya Leşkerî ya Akademiya Zaxo bi dawî bû

BasNews – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna efserên Akademiya Leşkerî ya Zaxo birêve diçe.

Merasîm bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve birêve diçe.

Îro akademiya leşkerî ya Zaxoyê dawî bi 27mîn devreya perwerdehiya xwe anî.

Di merasîmê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr û hijmareke din rayedarên leşkerî yên Kurdistanê amade bûn.

Di merasîmê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya yekxistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge û ragihand ku Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê hatiye avakirin ne ji bo parastina partî û aliyên siyasî lewre lazime hêzên Pêşmerge werin yekxistin û bibin artêşeke nîştimanî û ji bin bandora part û aliyên siyasî de derkevin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman ku nabe em metirsî û hovîtiya DAIŞê kêm bizanin jiber ku hîn jî ev metirsiya han heye û gelek jî mezine, lewre lazime em hêzên Pêşmerge yek bixin û di her warî de ji bo rûbirû bûna metirsiyan wan amade bikin.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de li gel pîrozbayî kirin ji derçûyên akademiyê hevdem hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û anî ziman lazime hûn berevanîkarên Kurdistanê bin û xizmeta Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de diyar kir ku, beriya çend rojan li akademiya Qela Çolan jî bi heman şêwe daxwaza yek xistina hêzên pêşmerge û nehêştina bandora partî û aliyên siyasî li ser hêzên pêşmerge kiriye û got: Lazime reformên nava wezareta Pêşmerge bidomin û hêzên Pêşmerge werin yekxistin.

Derbarê civîna duh ya PDK û YNKê ya ku bi Serokatiya Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî hatibû lidarxistin jî Nêçîrvan Barzanî got: Civîneke gelek baş û erênî bû.

Roja 22ê Gulanê jî bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, xuleya derçûna Pêşmerge û efseran li Kolîja Serbazî ya 3 li  Qelaçiwalan birêve çû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi