March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

Serok Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta bîst û nehemîn salvegera damezirandina bingeha rewşenbîrî ya Laliş peyamek belav kir.

Îro 12 Gulanê û bîst û neh saliya damezirandina bingeha rewşenbîrî ya Lalişê ye. Ji ber ku ew bingeha han roja 12 Gulana 1993 hat damezirandin.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Endamên birêz yên desteya bilind ya bingeha rewşenbîrî ya Lalişê,

Bi helkefta bîst û neh slaiya damezirandina bingeha Laliş, pîrozbahiyên xo arasteyî heweyên birêz û endam û kadrên bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên êzîdî dikim. Spasiya bingeha Laliş dikim ku ji destpêka damezirandinê ve heta niha noke berdewam di xizmeta kultura gelê Kurdistanê û parastin û pêşvebirina rewşa kulturî û nerîtên civaka êzîdî bûye.

Hêvîdar im berdewam di pêşketin û geşbûnê de bin û aramî û xoşiyê bo hemû xûşk û birayên êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xoşiyê de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi